Tirkiye şandina petrola Kurdistanê rawestand

Herka petrola Herêma Kurdistanê bo Tirkiyeyê hat rawestandin. Biryar e piştî 3 rojan cardin dest bi şandina petrola Kurdistanê bo Bendera Ceyhan a Tirkiyê were kirin.

11.04.2017, Sal - 06:44

Tirkiye şandina petrola Kurdistanê rawestand
Nuçe Belav bike

Li gorî zanyariyan Tirkiyê, Herêma Kurdistanê agahdar kiriye ku ji ber nûjenkirina boriyan 3 rojan şandina petrola xwe bo Bendera Ceyhan bisekinîne. Endazyar ji Şîrketa Petrola Bakur li Kerkûkê, Ferhad Hezme di daxuyaniya xwe de got: "Ji şeva bihorî ve herka petrolê hatiye sekinandin û heta 3 rojan petrola Kerkûkê û Herêma Kurdistanê bo derve nayê şandin".

Ji aliyê din ve sedema rawestandina şandina petrola Kerkûkê û Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê de jî Ferhad Hemze diyar kir: "Sedema vê yekê teknîkî ye û li aliyê Tikriyê ye. Berpirsên Tirkiyê, Hewlêr ji rawestandina hinardeya petrolê agahdar kirine, heta ku arîşeya teknîkî çareser dikin".

Rojane 550 hezar heta 600 hezar bermîlên petrolê bi rêya hêla boriya petrolê ya Kurdistan-Ceyhanê bo Tirkiyê û bazarên cîhanê tê şandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1684 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:23:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x