Li parêzgeja Riha ya Bakurê Kurdistanê dema pêşengeha pirtûkan e. Şaraderiya bajêr pêncemîn car bi amadekariyeke berfireh bi dehan wêşanxane û nivîskaran bi xwîneran ve tîne ba heva. Tevî ku 100 wêşanxane li pêşengehê amade ne jî têne 3 wêşanxaneyên Kurdî karine beşdar bibin.
Pêşengeha Pirtûkan a Rihayî îsal careke din û pêncemîn car bi beşdariya 100 wêşanxane û zêdayî 150 nivîskaran destpê kir. Di çarçoveya pêşengehê de amadekariyeke mezin hate kirin û eleqeya xelkê jî di asteke baş de berdevam dike. Zehmetiyên ku qeyrana aborî bi xwe re tîne bi taybetî karê wêşangerîn kKurd zehmetir dike. Ji ber van sedeman tenê 3 wêşanxaneyên kurdî beşdariyê li pêşengehê dikin tevhî ku ew li bajarekî kurdan jî birêve diçe.
Ji Wêşanxaneya Nubiharê Mahmût Polat got: “Em dibêjin hem ol û hem zimanê me Xwedê daye me. Pêwîst e em weke milet li van heqên xwe xweddî derbikevin. Di nav milet xwesteke mezin heye, lê nikare perdeya tirsê bişkîne. Dixwazin pirtûkan bikin, lê dema kirin dibêjin gelo hinek kesan em dîtin an na.”
Beşdariyê xwendevan Mistefa Ehmed jî got: “Ez ji Girê Spî me û ev 10 sal in li vir im. Ez gelek dixwazim pirtûkên Kurdî bixwînim, lê ji ber tirsê ez nawêrim bixwînim.”
Pêşengeha ku her roj bi sedan kes seredana wê dikin îsal mazûvaniya rojên îmzeyê ya 166 nivîskaran dike. Bi hezaran pirtûk li standan haline rêzkirin lê ji ber sedemên cihê firotin û xwendina pirtûkan gelekî kêm e.
Serokê Komeleya Nivîskaran Mahmût Kaya jî got: “Axa ku em lê dijîn giringiyê bi ferhena devkî dide. Xwendin bo wê dereng maye. Li hêla din pêşketinên teknolojîk û geşedanên ku di jiyanê de hene dikin ku xwendin ji asta ku tê hêvîkirin dûr e. Lê divê em vê yekê zanibin ku bi taybetî li herêma me pêşketina ilmî û ya bi her awayî girêdayî ye xwendinê divê em vê zanibin.”
Beşdarî Yusuf Dost jî got: “Bi ya min pêşengeh gelekî girîng in ji ber ku bo mînak bajar gelekî qerebelix e û pêkan e ku pirtûkên li gorî herkesî neyêne peydakirin. Herwiha xelk dixwaze cûreyên cihê jî bixwîne. Riha jî mezin e bo wê girîng e ku pêşengeh hene û herkes dikarê pirtûka ku dixwaze lê peyda bike.”
Li gorî amarên saziyên cihê li Tirkiye pirtûk di lîsteya pêdiviyên jiyanê de di rêza 235an de cîh digire û li rêjeya xwendinê li vî welatî ji sedî 0.1 e. Sala çuyî dora 50 hezar pirtûk hatine çapkirin û di Tirkiye li cîhanê di rêza 85an da cîh digire di warê xwendinê de. Herî zêde jî bi rêjeya ji sedî 65 pirtûkên li ser eşq û evînê têne xwendin.