Edene: Jinekê madeyên teqemeniyê li avahiya HDP û YSPyê danîn

Li parêzgeha Edeneyê ya Tirkiyeyê jinek çû nav avahiya HDP û YSPyê 3 şûşe danîn.

21.08.2023, Pts - 12:24

Edene: Jinekê madeyên teqemeniyê li avahiya HDP û YSPyê danîn
Nuçe Belav bike

Li parêzgeha Edeneyê ya Tirkiyeyê jinek çû nav avahiya HDP û YSPyê 3 şûşe danîn.

Wê jinê destkariya tabloyên YSPyê kir û piştre çend şûşeyên ku madeyên teqemenî û şewatê di nav wan de hebûn bi cih hiştin.

Serokê şaxa Edeneyê yê HDPyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ev êrişeke rêxistinkirî bûye.

“Nêzîkî 15 xulekan li vir ma”

Serokê şaxa Edeneyê yê HDPyê Mihemed Karakiş li ser bûyerê got:

“Jineke bi hîcab a 25-30 salî, hat nav avahiya partiya me û 3 şûşeyên madeyeke şil a teqemeniyê bi cih hiştin.

Nêzîkî 15 xulekan li vir ma û piştre derket û çû, dûr ket. Polîsan li ser bûyerê lêkolîn da destpêkirin.”

Ew jin ji aliyê berpirs û endamên navenda YSPyê ve hat desteserkirin.

Bi gotina wan polîsan erkê xwe nekiriye lewma wan bixwe ew desteser kiriye.

Serokê şaxa Edeneyê yê HDPyê Mihemed Karakiş got:

“Ew kes ji aliyê hevalên me ve hate desteserkirin.

Em dê radestî polîsan bikin û bûyerê bişopînin.”

HDP û YSP wê navendê bi hevbeşî bi kar tînin, ew daxwaza lêkolîn û şopandina bûyerê dikin.

“3 odeyên avahiyê bi temamî dişewitîn”

Serokê şaxa Edeneyê yê HDPyê Mihemed Karakiş herwiha anî ziman:

“Eger wê karê xwe bi serî kiriba, 3 odeyên avahiyê bi temamî dişewitîn.

Dibe ku rêveberên rêxistina me jî canê xwe ji dest bidana.”

Di dema daxuyaniya çapemeniyê de di navbera HDPyiyan û hêzên ewlehiyê de alozî derket.

Heta niha Hikûmeta Tirkiyeyê li ser bûyerê daxuyaniyeke fermî nedaye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 353 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:00:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x