Ji bo 5 parlamenterên berê yên HDPyê cezayê muebetê hat xwestin

Serdozgeriya Enqereyê li ser 5 parlamenterên berê yên HDPyê bi hinceta ku 2014an beşdarî “xwepêşandanên Kobaniyê” bûne lêpirsîn vekiribû îdîanameya darizandina parlamanteran hat amadekirin.

28.05.2024, Sal - 15:44

Ji bo 5 parlamenterên berê yên HDPyê cezayê muebetê hat xwestin
Nuçe Belav bike

Serdozgeriyê ji bo parlamenterên berê yên HDPyê Huda Kaya, Serpîl Kemalbay, Fatma Kurtulan, Garo Paylan û Pero Dundar lêpirsîn vekiribû û îdîanameya li ser wan bi dawî bûye.

Îdianameya ji 22emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê re hat şandin.

Di Doza Kobaniyê de 108 siyasetmedar û endamên HDPyê dihatin darizandin û 18 ji wan girtîbûn.

Dadgehê 16ê Gulanê bi hinceta 47 tawanên cuda bi giştî 42 sal cezayê zîndanê da hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş û 30 sal ceza jî da Fîgen Yuksekdagê.

Ji bilî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê ceza li gelek siyasetmedarên din ê HDPyê jî hatibû birîn.

Di îdianameyê hatiye gotin ku Huda Kaya, Serpîl Kemalbay û Garo Paylan Fatma Kurtalan, Pero Dundar di dema bûyerên Kobaniyê de parlamenter bûne, pêywendiyên wan bi bi 108 kesên dihatin darizandin re hebûye.

Ji bo siyasetmedaran 38 caran cezayê muebetê tê xwestin

Serdozger di îdîanameyê de gotiye parlamenterên berê yên HDPyê Huda Kaya, Serpîl Kemalbay û Garo Paylan Fatma Kurtalan, Pero Dundar ji banga “xwepêşandanên HDPyê” berpirsiyar in.

Îdianameya Serdozgeriya Enqereyê ji 298 rûpelan pêk tê.  

Di îdîanameyê de ji bo Huda Kaya, Serpîl Kemalbay, Garo Paylan, Fatma Kurtulan û Pero Dundar ji ber 29 tohmetên cuda 38 caran cezayê muebbetê yê giran tê xwestin.

 

 

Vî nûçeyê tevayî: 492 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:37:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x