Di sepana 'tundûtûjiya dijî jinan' a Neteweyên Yekbûyî de Kurdî jî heye

Sindoqa Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) ya Tirkiyê ji bo hişyarkirina tundûtûjiya li ser jinan û ji bo alîkariyê di rewşa tundûtûjiyê de sepaneke nû amade kir. Jin bi wê sepanê dê bi bikaribin dema ku rastî tundûtûjiyê hatin yekser saziyên peywendîdar agahdar bikin. Di sepanê de bijardeya zimanê Kurdî jî heye.

13.04.2023, Per - 07:40

Di sepana 'tundûtûjiya dijî jinan' a Neteweyên Yekbûyî de Kurdî jî heye
Nuçe Belav bike

Sepana Sindoqa Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) ya Tirkiyê ya bi navê “Amber” a ku bi Kurdî, Tirkî, Erebî û Îngîlîzî xizmetê dide, jin dema rastî tundûtûjiyê tên wê demildest daxwaza alîkariyê bikin.

Her çend wek sepaneke 'Salnameya Periyodê' xuya bike jî, piştî çar caran tikandina li ser logoya sepanê jinan ber bi rûpeleke "dizî" dibe û heger bê xwestin dikarin agahiya cihê xwe bi reqemeke ku berê hatiye tomarkirin were parvekirin.

Serlêdana ji bo KADESê pêkan e

Li gorî Platforma Wekhevî, Dad, Jinê ya SESê, di sepanê de agahiyên têkiliyê yên saziyên sivîl, saziyên fermî û navendên ku jin dikarin li hemberî tundûtûjiyê serî li wan bidin jî hene. Her wiha bi rêya sepanê dikarin serî li KADESê jî bidin.

Li ser jinên ku di dema pandemiyê de di malên xwe de man û rastî tundûtûjiyê hatin, sepana ku di sala 2020an de dest bi amadekirina wê hatibû kirin, li Muzexaneya Sakip Sabanci bi civîneke çapemeniyê ji raya giştî re hat nasandin.

"Sepanên bi vî rengî dê pir girîng bibin"

Nûnerê Tirkiyê yê UNFPA Hassan Mohtashami, Nûnera Koalîsyona Jinan Selma Acuner, li ser navê Balyozê Brîtanyayê yê Tirkiyê Carl Spychal, Balyoza Niyeta Baş a UNFPA ya Tirkiyê lîstikvan Songul Oden, yek ji balyozên niyeta baş Edîs Gorgulu û gelek mêvan beşdarî danasîna sepanê bûn.

Selma Acuner a ku di destpêka civînê de axivî, li ser pîvanên tundûtûjiyê yên li Tirkiyê axivî û got, “Ev sepan dê ji bo jinan li dijî tundûtûjiyê bibe xala referansê. Di vî warî de hevkariya saziyan û pêkanîna qanûnan pêwîst e. Mixabin dema em li Tirkiyê dinêrin di şevekê de ji Peymana Stenbolê di Adara 2021an de vekişiya. Ev peyman wek zêr tê hesibandin. Tevgerên rastgirên tund, ji bo hilweşandina qanûna bi hejmara 6284an xebatê dikin. Ya xirabtir jî ew e ku nûnerên van tevgeran di lîsteya berbijêrên parlamenteriyê de ne. Li Tirkiye ya ku jin li dijî tundûtûjiyê bi tenê tên hîştin, sepanên weke Amber wê gelekî girîng bibin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 359 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:08:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x