Hejmara Taybet - Psychology Kurdî

Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî li ser vîrûsa koronayê hejmareke taybet amade kir û vê hejmarê di qada medyaya civakî de belav kir.

01.06.2020, Pts - 18:11

Hejmara Taybet - Psychology Kurdî
Nuçe Belav bike

Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî li ser vîrûsa koronayê hejmareke taybet amade kir û vê hejmarê di qada medyaya civakî de belav kir. Edîtorên kovarê hejmara ku amade kir li ser hesabên xwe yên medyaya civakî belav kir da ku gelek kes jê sûd werbigirin. Weke ku tê zanîn ev kovar ji 4 mehan carekê diweşe û her hejmar berê xwe dide mijarekê. Di vê hejmara taybet de jî gelek nivîsên balkêş li ser vîrûsa koronayê cih digirin. Ji bilî nivîsên li ser koronayê cih dane wergera pirtûkekê jî. Ev pirtûka ku hatiye wergerandin jî di kovarê de ye. Ev pirtûk bo tendirustiya derûnî weke rêberekê ye û ji aliyê “Komeleya Tendirustiyê” (The Wellness Society) ve hatiye amadekirin û navê vê pirtûkê jî “Bo Vîrûsa Koronayê Pirtûka Xebatê ya Anksiyeteyê” ye (Coronavirus Anxiety Workbook).

Bi gelemperî di vê hejmara taybet de; Prof. Dr. Dr. Jan Îlhan KIZILHAN bi nivîsa xwe ya “Tendirustiya Derûnî û Pandemiya Covîd-19ê” derbarê şewbê me agahdar dike û li tendirustiya derûnî dikole.

 

Dr. Necat KESKÎN bi nivîsa xwe ya “Muzîk û Korona an jî di Rojên Koronayê de Muzîk”

reng û dengê muzîkê digihîne me.

 

Bi nivîsên xwe; Derûnbijîşk Dr. Azad DILDAR “Psî-Korona Şewba Xedar û Derûniya Mirov”, Derûnnas Siyabend ASLAN “Vîrûsa Koronayê û Derûniya Mirovan” û Derûnnas Leyla NISÊBÎNÎ “Şewba Koronayê û Bertekên li Hember Wê” bêpergaliyên derûnî û rewşa mirovan radixînin ber çavan.

 

Derûnnas Yusuf SİYAHTAŞ bi nivîsa xwe ya bi navê “Di Çarçoveya Derûnnasiya Peresanî de Nirxandina Covîd-19ê” bi nêrîneke peresanî Covîd- 19ê dinirxîne.

 

Şêwirmendê Derûnî Erdal GÜL bi nivîsa xwe ya kirmanckî “Kovîd-19e û Hîs Dayena ma” bandora Covîd-

19ê li ser mirovan berçav dike.

 

Derûnnasê Klînîkî Newroz Xebat YILDIRIM bi nivîsa xwe ya “Covîd-19 û Sendroma Piştî Dermankirina Giran; SPDG” balê dikişîne ser sendroma piştî dermankirina giran.

 

Nivîseke din ku li bandora koronayê ya li ser zarokan dikole “Parastina Zarokan Ji Vîrûsa Koronayê” ye. Em gelekî spasdar in bo ku M.Salih BEDIRXAN ev nivîs latînîzekir û gîhande me.

 

Nivîsa “Di Rojên Koronayê de Jûra Wêjekaran”, weke lêpirsînekê ye ku hevkarê

me Kenan ÖRMEK tevgera wêjekarên me bi çend pirsan radixîne ber çavan.

 

Edîtoryayê anî zimên ku “Bi başbûna rewşê re ew dê di demeke kurt de bi hejmara 11an li pêşberî me bin.”

 

Hûn dikarın hejmara taybet ya Psychology Kurdî ji vê lînkê bixwînîn:

https://psychologykurdi.wordpress.com/2020/05/31/psychology-kurdi-hejmara-taybet/

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 850 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:18:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x