Li du bajarên Tirkiyê şewba çûkan: 6.5 milyon mirîşk hatin jinavbirin

Hat ragihandin ku li bajarên Afyonkarahîsarê û Denîzlî yên Tirkiyê ku navendên sereke yên berhemanîna hêk û goştê mirîşkan in şewba çûkan di nav mirîşkan de belav bûye û ji 20ê Çileya îsal ve nêzîkî 6.5 milyon mirîşk û ajelên bi bask hatine jinavbirin.

02.03.2023, Per - 08:40

Li du bajarên Tirkiyê şewba çûkan: 6.5 milyon mirîşk hatin jinavbirin
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyên di medyaya Tirkiyê de belavbûne şewba çûkan ku ev 18 meh in li gelek welatên cîhanê belavbûye û heta niha bûye sedema jinavbirina zêdeyî 200 milyon ejelên bi bask li Tirkiyê jî belavbûye.

Tevî ku bi awayekî fermî nehatiye ragihandin jî, lê gor zanyariyan li bajarên Afyonkarahîsar û Denîzlî yên Tirkiyê ew nexweşî di nav ajelan de belavbûye.

Li gor nûçeya malpera Bloomberg HT 20ê Çileya 2023an şewba çûkan li navçeya Başmakçi ya Tirkiyê belavbûye û kargehên berehemanîna hêkan ên li wê navçeyê hatine karantîna kirin ku navendeke sereke ya berhemanîna hêk û goştê mirîşkan e . Tê gotin ku li wê navçeyê ji ber belavbûna şewba çûkan zêdeyî 5 milyon mirîşk hatine jinavbirin.

Li gor heman çavkaniyê bi heman awayî ji 20ê Çileya 2023an ve li navçeya Honaz a Denîzlî jî kargehên berhemanîna hêkan bi heman sedemê hatine karantînakirin û li wê derê jî derdora 1.5 milyon mirîşk hatine jinavbirin.

Li gor Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî di salek û nîvên borî de şewba çûkan li 60 welatan belavbûye û bandorek zêde nerênî li bazara hêk û goştê mirîşkan dike.

Li gor heman rêxistinê bi giştî li wan welatan bi sedema wê nexweşiyê zêdeyî 200 milyon ajelên bi bask an mirine an jî hatine jinavbirin daku rê li ber belavbûna wê nexweşiyê bê girtin.

Li gor zanyariyan tenê li Amerîkayê di salekê de zêdeyî 58 milyon mirîşk û ajelên bi bask ji ber şewba çûkan hatine jinavbirin. Li Kamboçya jî zarokeke keç a 11 salî ku şewba mirîşkan ketibû cane xwe ji dest dabû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 336 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:07:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x