Li Minbicê nexweşiya Kolêra belav bûye

Çavkaniyên pizîşkî ragehandin ku, li bajarê Minbicê ya ku, di bin kontirola PYD baskê PKK li Kurdistana Sûriyê de ye, nexweşiya Kolêra ligel gelek haletên din ji nexweşiya Lişmanyayê belvbûye.

22.05.2017, Pts - 06:31

Li Minbicê nexweşiya Kolêra belav bûye
Nuçe Belav bike

Hin çavkaniyên pizîşkî ku, nexwestin navê wan were aşkere kirin ji BasNewsê re ragehand ku, li bajarê Minbicê bi dehan haletên nexweşiya Kolêre hatine tomarkirin, taybet li taxa El-Izir ya gelêrî, da zanîn ku, ew tax di rewşeke mirovî ya zehmet deye ji nebûna ava vexwarinê û kêmbûna xizmeguzariyan.

Herwiha li gor heman çavkaniyê diyarkirî ku, hin haletên nexweşiya Leşmanya ya ku, bi navê "Hebet Heleb" tê naskirin li wan taxan hatiye tomarkirin.

Çavkaniyên pizîşkî derbarê wê diyardeyê metirsiya xwe diyarkirin û gotin ku, pêwîste şaredariya bajêr a ser bi PYD ve xizmetguzariya dabîn bike û derman li taxan bireşîne herwiha dermanê pêwest dabîn bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1942 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:18:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x