Li Tirkiyê 5 kes bi Xuriya Meymûnan ketin 15 xulek berê

Wezîrê Tendirustî yê Tirkiyê Fahrettin Koca ragihand ku li Tirkiyê 5 haletên nexweşiya Xuriya Meymûnan hatine dîtin û ji wan 4 kes baş bûne, lê yek kes hêjî di kerentînê de ye.

02.08.2022, Sal - 10:58

Li Tirkiyê 5 kes bi Xuriya Meymûnan ketin 15 xulek berê
Nuçe Belav bike

Wezîrê Tendirûstî yê Tirkiyê Fahrettin Koca piştî civîna Kabîneya Serokkomariyê ya 1ê Tebaxa 2022ê bersiva rojnamevanan da.

Koca derbarê pirsa nexweşiya Xuriya Meymûnan de got: “Heta niha li welatê me 5 nexweşên Xuriya Meymûnan hatine tespîtkirin. Ev 5 kes hatin kerentînekirin û di encama xebata me de 4 kes baş bûn lê nexweşek heta niha jî di kerentînê de ye.”

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ji ber belavbûna Xuriya Meymûnan a ku li cîhanê bi taybetî li Ewropayê xurt bûye, 21ê Temûza 2022ê Rewşa Awarte ya Tenduristiya Gel a Navneteweyî (PHEIC) ragihandibû.

Li gor amarên WHOyê heta niha ji 75 welatan zêdetirî 16 hezar haletên nexweşiyên Xuriya Meymûnan piştrast kirine û ji ber vîrusê 5 kes mirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 429 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:50:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x