Rêveberê navenda penceşêrê li Kerkûkê radigehîne, hejmara pêketiyên penceşêrê li Kerkûkê zêde bûye û sala borî de hezar û 66 kes bi nexwaşiya penceşêrê ketine.
Îro 04.02.2023yê rêveberê navenda penceşêrê li Kerkûkê Dr. Niyaz Ehmed ragehand: ‘’Rêjeya penceşêrê li Kerkûkê zêde bûye û di sala 2022yê ya borî de bi giştî ew kesên ku bi nexwaşiya penceşêrê ketine hejmara wan hezar û 66 kes in.’’
Herwaha got: Sala borî de bi giştî 13 hezar û 700 derziyên kîmyayî li navenda me ji bo nexwaşan hatine bikaranîn û di beşa fîlm û soner a navenda me de pêşwazî li 10 hezar nexwaşan hatiye kirin.
Di sala 2021ê de li Kerkûkê hezar kes bi nexwaşiya penceşêrê ketibûn û sala 2022yê de jî hezar û 66 kes dîsa bi heman nexwaşiyê ketin. Lê beşekî berçav a pêketiyên nexwaşiya penceşêrê ku xelkê Kerkûkê ne,