Agirê Serhildanê li Başurê Kurdistanê.. Raperîn!

05.03.1991, rojek grîng û vatedar di dîroka başurê Kurdistanê de

05.03.2018, Pts - 09:22

Agirê Serhildanê li Başurê Kurdistanê.. Raperîn!
Nuçe Belav bike

Di ev roja hanê de miletê Kurd careka din li hember zordariyê serê xwe rakir.

Li Ranya û deverên Silêmaniyê.

Di roja 5ê adarê sala 1991 de jî diyar bu, ku miletê Kurd tu caran li beramber zilm û zordariyê, serê xwe natewîne.

Ew roja hanê de, Serhildanek(Raperîn) li dijiyê rejîma BAAS pêkhat, kû îro miletê me li başurê Kurdistanê gihandiye qonaxa dewletbunê.

Agirê azadiyê ku 5ê Adarê pêket, di demekî kûrt de belavê tevaya deverên başurê Kurdistanê bu;

06.03.1991- Devera Bazyan û Piştder ku ser bi bajarê Silêmanî ne hatin rizgarkirin.

07.03.1991- Li Silêmaniyê serhildan destpêkir xelk dest danî ser Rêveberiya cihên ewlekariyê wek binkeya emniyeta Selamê, ku bi hezaran Kurd tê de îşkence dîtibun.

08.03.1991- Serhildan li Çemçemal, Erbet, Helebçe û Pîramegrunê destpêkir.

09.03.1991- Serhildan li Koye, Şeqlawa û Basimra destpêkir.

Herweha; Navçeyên ser bi Hewlêr li Soran, Mergasor, Çoman, Hacî Omran, Xelîfan, Herîr, Masîf Selehadîn, Karahencir û li Teqteqê serhildan belav bu.

11.03.1991- Agirê Serhildanê ket nav bajarê Hewlêr û tevaya navçeyên Hewlêr serê li hember rejîma BAAS rakirin.

12.03.1991- Xelkê Dehokê dest bi Serhildanê kirin.

13.03.1991- Xelkê Zaxo beşdarî li Sehildanê kir.

14.03.1991- Li Zawîte, Sersing, Bamernî, Dêrelûk û Şiladize

15.03.1991- Sêmêlî hat rizgarkirin

16.05.1991- Rejîma BAAS xwe ji Mexmûr, Sebaşan û Qereçu dikşîne

19.03.1991- Kerkûk tê rizgarkirin

21.03.1991- Xelkê bajarê Kerkukê tevaya hêzên ewlekariyê ji bajêr derxistin

27.03.1991. Rejîma BAAS, ku hêdî nema dikarî pêşiya Serhildana miletê Kurd rawestîne, dest bi hêrişê hovane kir û Kurd ji tirsa bikaranîna çekên kimyawî berê xwe dan bakur û rojhilata Kurdistanê.

Ev hanê bu sedema çêkirina xeta 36an, ku Kurd bun xwediyê herêmek azad. Piştre, di mawek gelek kûrt de, ango meha Gulanê de hilbijartin çêbun û dawiyê Parlamentoya Kurdistanê hat avakirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1610 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:27:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x