CNK: Em banga yekîtîya li Kurdistaniyan dikin

CNK di banga xwe ya bîranîna 75, Salvegera darvekirina Peşawa Qazî Mihemmed û hevrêyên wî de bibîr dixe, “Qazî Mihemed jiyana xwe ji bo rizgariya Kurdistanê û yekrêziya Kurdan terxan kiribû” û dibêje, “Em jî banga yekgirtinê li Kurdistaniyan dikin.”

01.04.2022, Cum - 06:41

CNK: Em banga yekîtîya li Kurdistaniyan dikin
Nuçe Belav bike

CNK daxûyanîya xwe ya nivîskî de da dide zanîn û dibêje ; ''Di 75 saliya sêderadana Serokkomar Qazî Muhemmed de em wî bi giramî bibîrtînîn.

Beriya bi 75 salan weke îro Serokkomarê Kurdistanê li Mahabadê Qazî Muhemmed û birayê wî Sedr Qazî û pismamê wî Seyf Qazî li Meydana Çarçirayê ya Mahabadê hatin îdamkirin.

Qazî Muhemmed hîn ji ciwaniya xwe de jiyana xwe ji bo rizgariya Kurdistanê û yekrêziya kurdan terxan kiribû.

Qazî Muhemed di sala 1944an de ji bo rêxistinên kurdan ê li hemû parçeyan yekgirtîbin rêxistinên weke (Hewî, Xoybûn, Komela) bereyekê ava bikin hewl daye rêkeftina Sê Sinor were vajokirin.

Bi hewl û serperiştiya Qazî Muhemed wan her sê rêxistinên kurdan li hevdu kom bûne û piştî Şere Duyem ê Cihanê Komara Kurdistanê ya Mahabadê di sala 1946an de hat hat avakirin.

Herçend temenê Komara Kurdistanê ya Mahabadê kurt be jî bi serperiştiya Serokkomar Qazî Muhemed cara yekem li Kurdistanê perwerdeya bi zimanî kurdî li dibistanan dest pê kiriye. Ala Kurdistanê weke ala fermî hatiye qebûlkirin, artêşa Kurdistanê weke hêzeke nîzamî hatiye avakirin.

Piştî avakirina Komara Kurdistanê bi 11 mehan û vekişîna Yekîtiya Sovyetê ji herêmê Îranê dest bi operasyona dagirkirina Komara Kurdistanê ya Mahabadê kiriye. Qazî Mehemed ji bo rêliber mirin û wêrankirina bajarên kurdan bigire li Mahabadê dimîne. Piştî dorpêçkirina Mahabadê ji aliyê hêzên rejima Îranê bi 2 rojan Qazî Muhemed û birayê wî Sedr Qazî û pismamê wî Seyf Qazî tên îdamkirin.

Em yekem Serokkomarê Kurdistanê li Mahabadê Qazî Muhemed di 75 saliya salvegera şehîdbûna wî de bi rêzdarî yad dikin. Qazî Muhemmed di wesiyeta xwe de ji Kurdistaniyan re dibêje; ‘’Weke hemû milletên li ser rûyê dinyayê hûn jî ji bindestiyê rizgar bibin. Heger hûn yekgirtî bin, hesûdiya hevdu nekin û hûn xwe nefiroşin dijmîn hûn jî dê rizgar bibin’’ em van gotinên wî careke din bî bîrtînin.

Em jî banga yekgirtinê li Kurdistaniyan dikin…

Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 642 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:25:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad