CNK: Têkoşîna Şêx Seîd û hevalên wî şopînerên Şêx Ubeydullah û Şêx Abdulselam Barzanî ne

Ciwanên Neteweya Kurdistan (CNK) xwest ku di salvegera darvekirina Şêx Seîd û hevrêyên wî bi daxûyanîyek bo çapemenîyê lidarbixin. Lê hat ragihandin ku ji hêla polîsên Tirk ve ev yek asteng kirin.

29.06.2022, Çar - 11:15

CNK: Têkoşîna Şêx Seîd û hevalên wî şopînerên Şêx Ubeydullah û Şêx Abdulselam Barzanî ne
Nuçe Belav bike

Ciwanên Neteweya Kurdistan (CNK)'ê ragihand ku ji hêla polîsên Tirk ve hewlên wan yê daxûyanîya çapemenîyê ji hêla polîsên Tirk ve hatiye asteng kirin. Jiber vê yekê CNK'ê derbarê salvegera darvekirinên Şêx Seîd û hevalên wî de daxûyanîyek nivîskî weşand:

Di 29.06.1925an de, di encama biryara darvekirina ne rewa ya Komara Tirkiyê û Dadgehên Îstiqlalê, di 29.06.1925an de Şêx Seîd û 47 hevalên wî yên pêşengên tevgera rizgarîxwaza neteweyî ya Kurdistanê li meydana Deriyê Çiyê yê Diyarbekirê hatin îdamkirin.

Îro polîsan di bername û daxuyaniya Çapemeniya ya Komeleya Şêx Seîd ve hatibû organîzekirinde rê nedan endamên me bi pankartên wêneyên Şêx Seîd û hevrêyên wî bilind bikin.

Dewleta Tirkiyê tevî ku 97 sal bi ser îdamkirina ne rewa ya Şêx Seîd û hevalên wî re derbas bûye, lê heta niha cihê gora wan ji malbatên wan û gelê me re eşkere nekiriye. Dewleta dagirker ku cihê definkirina Şêx Seîd û hevalên wî yên 97 sal berê şehîd bûne eşkere nake, nahêle wêneyên Şehîd Seîd û hevalên wî bên hilgirtin. Divê bê zanîn ku têkoşîna rizgariya netewî ya Şêx Seîd û hevalên wî şopînerên Şêx Ubeydullah û Şêx Abdulselam Barzanî ne û berdewam ên wê mirasa neteweyî ne.

Komara Tirkiyeyê ya ku bi sedan rewşenbîrên kurd ên wê serdemê sirgûn kir û Şêx Seîd û hevalên wî bi awayekî hovane îdam kir, divê di zûtirîn dem de lêborînê ji gelê Kurdistanê bixwaze û gorên Şêx Seîd û hevalên wî yên şehîdên şoreşê nîşanî gelê Kurdistanê û malbatên şehîdan bide.

8 sal berê di 29ê Hezîrana 2014an de di daxuyaniya me ya damezrandinê de weke Ciwanênên Neteweyî yên Kurdistanê me; em mîratgirê Şêx Seîd, Cîbranli Xalit Beg, Yusuf Ziya Beg, Alî Riza Beg, Behadîn Beg, Faîk Beg, Mele Abdurrahmanê Şirnexî, Dr. Fuad, Şêx Ebdullah, Kamil Beg, Şêx Şerîfî ne û me bi zelalî diyar kiribû mefkureya şehîdên Kurdistanê mefkureya me yî û em ê her berdewam bin li ser bê rêbazê.

Şêx Seîd û rihê hemû şehîdên Kurdistanê wê bi destkeftiyên Kurdistanî û statuyên siyasî yên li 4 parçeyên Kurdistanê şad bibin. Em hemû şehîdên Kurdistanê, Şêx Seîd û rêhevalên wî bi minetdarî bi bîr tînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 492 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:35:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x