Destpêka Jenosîda Dêrsimê 4ê Gulana 1937ê ye

84 sal berê, roja 4ê gulanê bi tesdîqkirina M. K. Ataturk û F. Çakmak bi biryara fermî, ji bo bi tevahî ji holê rakirina gelekî, êrîşa leşkerî hate dayîn. Li ser ‘Biryara Heyeta Wezaretê ya Tevgera Tenqîl a Dêrsimê’ ku di 4ê Gulana 1937ê de hatibû stendin, di 12ê Gulana 1937ê de hêzên leşkerî yên Cumhurîyeta Tirkîyeyê Dêrsim îşgal kir, kevir ser li kevir nehêlan.

04.05.2021, Sal - 05:41

Destpêka Jenosîda Dêrsimê 4ê Gulana 1937ê ye
Nuçe Belav bike

Di biryarê de ‘gelê herêmê divê bê civandin û ji bo devereke din bê neqilkirin’, ‘Ev operasyona civandinê wê bigre ser gundan wê him çekan bicivîne û him jî bi vê firsendê kesê ku hatine civandin neqil bike’. Dîsa di biryarnameyê de tê gotin: ‘Heger em tenê bi êrîşê qîma xwe bînin wê çavkanîyên serhildanê di şûna xwe de bimînin. Loma pêwist e em ew kesên ku çek bi kar anîne û tînin divê li cî û ebedîyen ji navê rakin, gundan bi tevahî hilweşînin û malbatên wan dûr bixînin’.


Ev gelek aşkereye ku ji ber bawerî û nasnameya wan, ji holê rakirina miletekî ye.

Dewleta Tirkîyeyê bi navê sitendina leşkerîyê, qismekî mezin ji xelkê herêmê kirin leşker û dû re kesên ku dikarin rêberîya gel bikin, yên xwedî gotin û bi îtîbar tevî malbatên wan ji bo surgun bikin civandin. Ji bo têkilîyên wan bi tevahî bên birîn û hevûdin nebînin surgunî bajarên cuda yên Tirkîyeyê kirin û ‘îqameta mecbûrî’ dan wan. Piştî wê, operasyona îmhakirinê dest pê kir. Bêyî ku ferqê têxin nava wan , gelê Dêrsimê qir kirin.

Serokê Asayîşa Malatyayê yê wê demê Î. Sabrî Çaglayangîl îtîraf kiribû ku, jin û zarokên ku ji zilmê filitîbûn revîyabûn şikeftan bi “jehra mişkan” hatin qetilkirin. Jin û keçên Dêrsimê ji bo zêdetir esaretê nebînin ji zinarên bilind xwe davêtin çemê Munzûrê. Leşkeran hin zarokên sêwî bi xwe re birin bajarên xwe û ew wek miletekî din gihandin.

Jeonsîda Dêrsimê, xelekeke ji sîyaseta ji holê rakirina gelê Kurd e. Ev pêvajo sala 1921ê bi şikandina berxwedana Qoçgîrîyê dest pê kir di 1937-38an bi qirkirina Dêrsimê dawî lê hat. Wek ku di biryarnameyê de hatîye gotin hemû cîh û warên berxwedana gelê Kurdistanê yek bi yek hatin îmhakirin.

Ji ber sûcên ku li hember gelê Dêrsimê û Kurdistanê kirîye tiştê Dewleta Tirkîyeyê bike ew e uzra xwe bixwaze û gavên pêwist ên li gorî vê rastîyê bavêje. Dewleta Tirkîyeyê dikare bi destnîşankirina mezelên serokên tevgera Seyid Riza, Şêx Seîd û yên din ku heta nuha bi dizî girtîye, dest pê bike.

Di 84emîn salvegera destpêka Jenosîda Dêrsimê de em wan qirkirin û jenosîdên li hember gelê Kurdistanê pêk hatine protesto dikin, rûreş dikin û em li ber şehîdên xwe bi giramî serê xwe ditewînin.”

04.05.2021


Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 754 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:01:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x