Di salvegera koça xwe ya dawî de Mele Mistafa Barzanî tê bîranîn

General û navdarê kurd Mele Mistafa Barzaniyê rêhevalê avakarê Komara Kurdistanê ya Mahabadê Qadî Mihemed bû, di salvgera 38an a koça xwe ya dawî de li ser gora xwe tê bîranîn.

01.03.2017, Çar - 07:42

Di salvegera koça xwe ya dawî de Mele Mistafa Barzanî tê bîranîn
Nuçe Belav bike

Generalê kurd 'nemir' Mele Mistafa Barzanî rojek wek îro roja 1ê Adarê ya sala 1979an de li Amerîkayê ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest dabû.

Îro gelek dezgeh û şexsiyetên cida cida li ber gora Mele Mistafa Barzanî ya li devera Barzanê, bîranîn pêk tînin.

Vê sibehê komek ji derdorên dezgehên oldar, Nûnerê Mesihî, nûnerê Mîr Tahsîn, Nûnerê Wezareta Ayînî, Bavê Çawiş û gelek meleyên li Kurdistanê jî di nav de bîranînek pêk anî. Diayan li ser gora wî xwendin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1916 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:22:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x