Em Seyîd Riza û hevalên wî bi giramî bi bîr tînin

Di 84emîn salvegere qetilkirina wan de, di şexsê Seyîd Riza de em hemû şehîdên Kurdistanê bi rêz û hurmet bibîrtînin. 15.11.2021

15.11.2021, Pts - 05:57

Em Seyîd Riza û hevalên wî bi giramî bi bîr tînin
Nuçe Belav bike

Dewleta Tirkîyeyê, digot qey bi kuştina Seyîd Riza û kurê wî Resik Huseyin, Husênê Demenanî, Hesen û Seyîd Husênê Qureyşanî, Elîyê Kalanî û Findik Axayê Yûsifanî, ewê gelê Kurd ê qedîm û xwedîyê kultureke bi hêz qir bikin û ji navê rakin.

Dewleta Tirkîyeyê bi dehhezaran jin û zarok û kal û pîr dane ber gulleyan, qetil kirine.

Bi gotina kesên ku qesasên qetlîamê bûne, bi jahra mişkan gelê me qir kirine. Lê Dewleta Tirkîyeyê her wekî yê Şêx Seîd û hevalên wî, ciyê mezelên Seyîd Riza û hevalên wî jî veşartin û heta îro jî cîhê mezelên wan nayê zanîn.Ev jî nîşana wê yekê ye ku Dewleta Tirkîyeyê çiqas ji rêberên miletê Kurd ditirse.

Helbete ku têkoşîna azadîya Kurdistanê bi qetlîam û jenosîdan ranewestîya ye.

Nevîyên Şêx Seîd, Seyid Riza, Xalid Begê Cibrî, Îhsan Nûrî Paşa, Qazî Mihemed, Mele Mustafa Barzanî îro jî alaya têkoşînê li her çar perçeyên Kurdistanê bi xwîna şehîdan, bi ked û xebata dilsozane ya welatperweran her bilind dikin.

Di 84emîn salvegere qetilkirina wan de, di şexsê Seyîd Riza de em hemû şehîdên Kurdistanê bi rêz û hurmet bibîrtînin. 15.11.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 672 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:18:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x