Kolekirin krîzeke hevtemenê mirov e û di tarîkên şevê de û nehênî ji aliyê mafia, qeçaxçî û kesên xirab ve bazirganî pê tê kirin.
Kolekirin krîzeke hevtemenê mirov e û di tarîkên şevê de û nehênî ji aliyê mafia, qeçaxçî û kesên xirab ve bazirganî pê tê kirin. Amarên bazirganîkirina bi mirov, zewaca bi zorê û karpêkirina bi zorê hewqasî metirsîdar in, rêxistinên mirovî dixwazin hemû kesek bizane ku di cîhanê de çi bi mirov tê kirin.
Komîsyara Bilind a Mafên Mirov Michelle Bachelet dibêje: “Li pişt tûndûtûjiya nîjadperestî-rasîzm, nîjadperestiya sîstematîk û siyaseta çewsandinê, şikestek heye ku nahêle rûbirûyê bazirganîkirina bi kole û herwiha dagîrkeriyê bibin. Ji bo em bingehekî qayîmtir ê yeksaniyê deynin, divê em ji asta çewsandina sîstematîk fam bikin û amar li gor kêmîne û çîn bên cudakirin. Ez ligel kêmîneyan axifî me û beşeke wan a zêde dibêjin, li gelek welatan hesab bo me nayê kirin, eger hesab bo me neyê kirin wate em nînin.”
Îsal krîza Coronayê heye û mafia û qeçaxçî dixwazin wek derfet bikarbînin. Rêxistinên mirovî ji wê yekê ditirsin ku welatên pêşketî vaksîna dijî Coronayê bibînin û tenê bi ser xelkên xwe de belav bikin, ku ev xelkê welatên hejarnişîn neçar dike ber bi welatên pêşketî koç bikin, di encam de heta digihin cihê mebest, rûbirûyê hemû corekî çewsandin û bazirganiya bi wan ve dibin.
Serokê Federasyona Navdewletî ya Xaç û Heyva Sor Jagan Chapagain jî got: “Eger xelk bibînin wek nimûne vaksîn li Ewropayê hebe lê li Efrîqayê nebe, çi diqewime? Xelk bo wî cihî koç vaksîn lê heye koç dikin, tu dibî sedema koçkirina xelkê. Lewra girîng e yek ji van sideman çênebin, vaksîn bo hemû aliyekî bedrest bin ku pêdiviya wan pê heye.”
Bazirganiya bi mirov û zewaca bi zorê ya herî zêde li Parzemîna Efrîqayê ye, Iraq û Sûriye ji xeynî krîzên din, ji wê qeyranê jî ne bêbeş in. Li Sûriyê ji her hezar kesî, koletî bi 7 kesan tê kirin, li Iraqê ji her hezar kesî bi kêmanî çar ji wan koleyên destê kesên din in, vêca bi zorê kar bi wan bê kirin an keç bin bi zorê bên zewicandin.