Li Kelha Baxinê ya li Dêrsimê şopên Urartuyan tê dîtin

Kelha Baxinê ya li li navçeya Mazgêrd a ser bi parêzgeha Dêrsima Bakurê Kurdistanê li ser girekî hatiye çêkirin şopên heyama Urartuyan di xwe de dihewîne.

27.12.2022, Sal - 16:04

Li Kelha Baxinê ya li Dêrsimê şopên Urartuyan tê dîtin
Nuçe Belav bike

Kelha Baxinê ye li navçeya Mazgêrdê xwedî dîrokeke kevnar e. Her çendî beşekî wê herifî be jî lê hêj wek wan çiyayên derdora xwe bi heybet li ser lingan e û bedewiyek bê hempa dide wê deverê.

Rêveberê Çandê û Geştyariyê Îsmet Hakan Ulaşoglu got: “Dêrsim bi halê xwe yê ku heta roja me ya îro hatî diyar dibe ku mazûvaniya gelek şaristaniyan kiriye. Mixabin ji ber pirsgirêka ewlekariyê bi salan li bajarê me xebatên arkolojîk lewaz bûne û bi paş ketine. Bi vekirina muzexaneyê re ew zêdetir di gerin û em dibînin ku gelek cihên dîrokî û kelh di nav sînorê bajarê me de hene.”

Kelha Baxin dikeve rojhilatê çemê Çarsincax û raserî wê radiweste. Li derdora çemê Çarsincax gelek şûnwarên dîrokî hene.

Li gorî lêkolînan tê pêşbînîkirin ku ev kelhe di serdema Urartuyan de hatibe çêkirin, ku digihe berî zayînê bihezaran sal.

Geştyar Huseyin Narin jî dibêje: “Bo dîtina Kelha Baxinê em pênc kes ji Dêrsimê hatin. Em bi kelehê ve hilkişiyan. Em di beşê rojavayê kelhê de biserketin ji ber di beşên din de rêya biserketinê tuneye. Ciheke gelekî xweş e û kelha Baxin hîn gelekî zindî ye. Kelheke wisa ye ku hêjaye mirov bê bibîne. Mirov çiqas lê bigere zêdetir diçe kurahiya dîrokê, wan rojan bi me dide jiyan kirin”

Ev demeke li parêzgeha Dêrsimê di encama xebatên muzexaneya bajêr de lêkolînên arkolojîk li gelek cihan despê kirine, yek ji van cihan jî kelha Baxinê û derdora çemê Çarsincaxe.

Li gorî agahiyan, navçeya ku dikeve derdora çemê Çarsincax yek ji cihên ku Kurd û Ermeniyan bi hev re lê jiyan kiriye.

Ev kelha dîrokî ne tenê sembola dîrokeke li ser lingan mayî ye. Her wiha wek xelkê navçeyê dibêjin ji ber bilindbûn û asêbûna wê, Kelha Baxinê bi şevê sitargeha pezên kovî ye jî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 264 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:05:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x