Li Soranê gorek ku dîroka wê vedigere berî 2000 salî hat dîtin

Tîmeke hevpar a arkeolojiyê li Soran û Zanîngeha Barcelonayê, gorek ku dîroka wê vedigere ber 2 hezar salan li gundê Mawan li devera Balekayetî dîtin.

18.05.2023, Per - 14:21

Li Soranê gorek ku dîroka wê vedigere berî 2000 salî hat dîtin
Nuçe Belav bike

Rêveberê Rêveberiya Şûnwarî ya Soranê Ebdulwehab Silêman ji K24ê re ragihand: “Ev yekem car e ku goreke wiha ku li Rêveberiya Şûnwariyê yê Soranê tê dîtin. Tê texmînkirin ku ew di destpêka hatina Xirîstiyantiyê û dawiya desthilatdariya Aşkaniyan de ye ku 1800 sal berê bû.”

Mam Osman ku xwediyê erdê gor lê hatiye dîtin ji K24ê re got: “Demek dirêj min bi cihê vê gora şûnwarî dizanî û heta ku xebatên tîma şûnwariyê dest pê kir, min ew hişt. Dema ku tîma Spanî û hevkarên wan hewl dan ku perçeyên tabûtê bidin hev, wan nîşaneke din jî keşf kirin.”

Pispora Zanîngeha Barcelonayê Alicia Gluetz ji K24ê re ragihand: “Li gorî çavkaniyên dîrokî, Aşkaniyan 2500 sal berê jiyane û heyama 475 salan li Rojhilata Navîn hikum kirine û ev yekemîn şûnwara Aşkaniyan e ku li Kurdistanê bi taybetî di devera Soran tê dîtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 547 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:00:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x