PAK: Em Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî bi giranî bi bîr tînin

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) jibo 75. salvegera darve kirina Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê daxuyanîyek nivîskî weşand.

31.03.2022, Per - 08:56

PAK: Em Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî bi giranî bi bîr tînin
Nuçe Belav bike

Partîya Azadîya Kurdistanê daxuyanîya xwe de destnîşankir û got; ''Em Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî bi giramî bi bîr tînin.Daxuyaniya PAK'ê de wiha tê gotin:

Serokkomarê Komara Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên xwe di roja 31.03. 1947an de li bajarê Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê, li Meydana Çarçirayê , ji alîyê Dewleta Îranê ve hatin darve kirin.

Jiyan, helwest , şexsîyet û wasîyet û parastinnameya li mahkemê ya Pêşewa Qazî Mihemed di eslê xwe de rêbaz û hişmendîya Kurdistanî pêşkêşî me dike.

Wasîyet û parastinnameya Pêşewa Qazî Mihemed ji bo îro jî wazîfeyên me yên netewî û dîrokî nîşanî me didin.

Gelê Kurdistanê dê Pêşewa Qazî Mihemed û şehîdên Kurdistanê ji bîr neke.

Helwesta Pêşewa Qazî Mihemed ya bi rûmet û nesîhetên wî îro jî di têkoşîna azadîya Kurdistanê de rêya me rohnî dike.

Em di 75emîn salvegera darve kirina wan de Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 661 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:36:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad