PAK: Em welatperwerê Kurd Simkoyê Şikak (Simayîl Axayê Şikak) Bi Giramî Bibîr Tînin

Simkoyê Şikak (Simayîl Axayê Şikak) serokê yek ji serîhildinên miletê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bû.

22.07.2020, Çar - 14:18

PAK: Em welatperwerê Kurd Simkoyê Şikak (Simayîl Axayê Şikak) Bi Giramî Bibîr Tînin
Nuçe Belav bike

Simkoyê Şikak (Simayîl Axayê Şikak) serokê yek ji serîhildinên miletê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bû.

Simayîl Axayê Şikak ku weke Simkoyê Şikak an jî Simko Axa tê nasîn, 90 sal berê li bajarê Şinoyê yê Rojhilatê Kurdistanê bi biryara Şahê wê demê yê Îranê, Riza Şah ve ji aliyê hêzên Dewleta Îranê ve hat şehîdkirin.

Simayîl Axayê Şikakî di sala 1887ê li Urmîye ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Kurê Mihemed Axayê serokê hoza Şikak e.

Simko Axayê Şikak, ji bo bidestxistina mafên neteweyî yên milletê Kurd di sala 1905an li himberî Dewleta Îranê şerekî netewî destpê kir. Serîhildana Simko Axa nêzî 25 salan dom kir û nêzî %50 ji axa Rojhilatê Kurdistanê ji destê desthilatdarîya Dewleta Îranê derxist û xiste bin kontrola xwe û rêveberîyek taybet ava kir.

Simkoyê Şikak di 25 salên serhildana xwe de, rastî gelek serkeftin û şikestinan hat. Herî dawî piştî ku Hikûmeta Îranê bikarîbû serîhildana wî bişkîne, Simko Axa derbasî alîyê Başûrê Kurdistanê bû. Piştî demekê li ser banga Dewleta Îranê ya ji bo mizakere û danûstandinan, di 21ê Tîrmeha 1930an de Simko Axa çû bajarê Şinoyê û li wê derê bi pilana Riza Şah ji alîyê hêzên Dewleta Îranê ve hat şehîdkirin.

Em di 90emîn salvegera şehîd kirina wî de, serokê yek ji serîhildanên herî mezin ên Rojhilatê Kurdisranê , welatperwerê kurd Simko Axayê Şikak û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîr tînin.

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 825 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:52:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x