PAK'ê, di salvegera jenosîdê de 'Kurdên Feyî' bibîr anî

PAKê bi peyamekê 42yemîn salvegera komkujiya Kurdên Feylî bibîranî û ew komkujî şermerzar kir.

05.04.2022, Sal - 06:24

PAK'ê, di salvegera jenosîdê de 'Kurdên Feyî' bibîr anî
Nuçe Belav bike

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) i 42yemîn salvegera komkujiya Kurdên Feylî de peyamek belav kir û tê de got: “Em jenosîda ku li Kurdên Feylî hatiye kirin rûreş dikin, şehîdên xwe bi giramî bi bîr tînin.”

Rejîma Beasê ya Sedam Husên ê dîktator, bi biryara 666ê ya Konseya Fermandarîya Rejîma Beasê di sala 1980yî de nasnameya hemwelatîyê ya 300.000 Kurdên Feylî îptal kir û bi hezaran Kurdên Feylî ji alîyê Rejîma Beasê hatin revandin, wenda kirin û hatin kuştin. Kurdên Feylî rû bi rûyî jenosedeke mezin bûn.

Di navbeyna salên 1935ê û 1960ê de , rejîmên ku li Iraqê hatin ser hikum, bi heceta ku ji ‘’mezheba Şîe’’ ne, zext û zilmeke mezin li Kurdên Feylî yên li bajarên wek Bexdat, Besra, Vasît û Mendelînê de dijîyan kirin da ku mecbûr bimînin koçî Îranê bikin.

Piştî ku Partîya Beasê di sala 1970yê de hate ser hikum, li Kerkûkê û li hemû navçeyên Kurdistanê yên ku îro mijara madeya 140î ne, dest bi sîyaseta ‘’Ereb kirina’’ van navçeyan kir û bi armanca tune kirin û koçber kirinê êrîşeke mezin bir ser Kurdên Feylî.

Sedam Husên û Rejîma Beasê, di navbeyna salên 1970 û 1980yî de, zilm û neheqî û sîyaseteke ji hevdu belav kirinê li ser Kurdên Feylî meşandin.

Di navbeya salên 1970 û 1980yî de, Rejîma Beasê, 132 hezar Kurdên Feylî sirgûnî Îranê û Rojhilatê Kurdistanê kir.

Rejîma Beasê , di sala 1980yî de, nasnameya 300 hezar Kurdên Feylî yên ku piranîya wan li bajarên wek Bexdat, Besra, Vasît û Mendelînê de dijîyan îptal kir û bi hezaran Kurdên Feylî ji alîyê Rejîma Beasê ve hatin revandin, wenda kirin û hatin kuştin. Kurdên Feylî rû bi rûyî jenosedeke mezin bûn.

Di sala 2003yê de, Rejîma Dîktator a Sedam Husên bi midaxaleya Dewleta Emerîkayê ve hate rûxandin. Di sala 2005ê de Qanûna Bingehîn a Dewleta Federal a Iraqê hate nivîsandin. Di destpêka vê Qanûna Bingehînê de, hate nivîsandin ku ‘Rejîma Beasê jenosîd li Kurdên Feylî kirîye’.

Parlamentoya Federal a Iraqê di sala 2011ê de, jenosîda ku li Kurdên Feylî hatîye kirin bi awayekî fermî qebûl kir.

Em di 42yemîn salvegera jenosîda ku li xuşk û birayên me yên Kurdên Feylî hatîye kirin de , careke din qatil û jenosîdkaran rûreş dikin û em şehîdên xwe yên Kurdên Feylî û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 781 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:43:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x