Parlamentoya Iraqê Roja Enfalê weke Roja Niştimanî ya Iraqê ragihand

Parlamentoya Iraqê biryar da ku roja 14ê Nîsanê ya ku ji aliyê kurdan ve weke Roja Enfalê tê naskirin, weke Roja Nîştîmanî ya Iraqê were qebûlkirin.

14.04.2017, Cum - 08:24

Parlamentoya Iraqê Roja Enfalê weke Roja Niştimanî ya Iraqê ragihand
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyên Rûdawê Parlamenterê Iraqê û Endamê Komîsyona Yasayî ya Parlamentoyê Mesûd Heyder got, "Parlamentoya Iraqê di danişîna roja Pênşemê ya 13ê Nîsana 2017an de li ser projeyeke 5 xalî deng da. Ji wan 5 xalan xalek jî li ser Roja Enfalê bû, ku wê rojê weke Roja Nîştîmanî ya Iraqê were pejirandin."

Mesûd Heyder diyar kir ku xaleke din a ku hatiye pejirandin jî ew e ku b sindoqeke taybetî ya ji bo telafîkirina kesûkarên enfalkiriyan were avakirin û ew ji aliyê madî û manewî ve werin ziyana wan were telafîkirin.

Parlamenter Heyder ev tişt jî gotin: "Biryar hat dayîn ku navendeke lêkolînê were avakirin, da ku hemû belgeyên di derbarê enfalê de werin komkirin û di asta Iraqê û navdewletî de bibin dokûmanter. Her wiha ji bo lêkolînên enfal û neheqiyên bi serê kurdan de hatine werin kirin, biryar hat dayîn ku li Bexdayê hêmayek were danîn. Pêwîste hikûmeta Iraqê di asta navdewletî dosyeya enfalê çalak bike ku bila were zanîn li hemberî gelê kurd çi komkujî hatiye kirin."

Li Herêma Kurdistanê, komkujiyên ku rejîma Seddam Husên li hemberî kurdan kiribûn, bi gotina "Enfalê" tê binavkirin, ku Enfal navê sûreyekê Qur'ana pîroz e û Seddam Husên ev nav ji bo komkujiyên li hemberî kurdan bi kar anîbû.

Komkujiya Enfalê di sala 1986an de dest pê kir û heta sala 1989an berdewam kiribû. Di Enfalê de herî kêm 183 hezar kurd hatin qetilkirin, zêdetirî 4 hezar gundên kurdan hatin wêrankirin û herî kêm milyonek welatiyên kurd koçber bûn. Li Herêma Kurdistanê û di nava hemû kurdan de her sal roja 14ê Nîsanê weke bîranîna qurbaniyên Enfalê tê bibîranîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1737 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:48:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x