Platforma Ciwanên Kurd Şêx Seîd û hevalên wî bibîranî

Platforma Ciwanên Kuırd, bi daxûyenîyek nivîskî salvegera Serhildana Şêx Seîd ku di sala 1925'de li devera Bakûrê Kurdistan'ê de qewimî bû bibîranî.

28.06.2022, Sal - 12:50

Platforma Ciwanên Kurd Şêx Seîd û hevalên wî bibîranî
Nuçe Belav bike

Rêberê Tevgera Neteweyî ya Kurd a 1925an Şêx Seîd û hevalên wî 97 sal berê ji aliyê dewleta Tirk ve bi neqanûnî hatin darizandin û hatin darve kirin. Tirba Şêx Seîd hê jî nayê zanîn.

Dewleta Tirk piştî ku damezrandina xwe ragihand, siyasetek Tirkperest-nîjadperest şopand. Rejîma Tirk hemî mafên rewa yên neteweya kurd înkar kir. Welatê me Kurdistan dagir kir.

Têgînên Kurd û Kurdistanê qedexe kir. Bi siyasetek şovenîst û jenosîd dixwast ku Kurdan tune bike. Dewleta Tirk, miletê Kurd ji dewleta xwe re wek tehdît didît.

Şêx Seîd û hevalên wî li dijî polîtîkayên dagirkerî-jenosîd ên dewleta Tirk, Tevgera Neteweyî ya Kurd dan destpê kirin. Li dijî kiryarên înkar û şovenîst ên dewleta Tirk li ber xwe dan. Armanca wan; Kurdistanek azad bû. Rêxistina Azadî, ku Şêx Seîd jî di nava wî de cih digirt, bi armanca dewleta serbixwe ya Kurdistanê hatibû damezrandin. Rejima Tirk bi hêzek mezin a leşkerî Tevgera Neteweyî ya Kurd ya 1925an tepisand. Jin, zarok, pîr û ciwan jî tê da, qirkirinek mezin pêk anî. Şêx Seîd û 47 hevalên wî bi neqanûnî li Dadgeha Îstîklalî hatin darizandin û piştra hatin darve kirin. Dewleta Tirk cihê gora Şêx Seîd jî ji miletê Kurd veşart.

Tevgera Neteweyî ya Kurd a 1925an tevgerek serbixwe û azadîxwaz bû. Ev têkoşîn ji bo ku neteweya kurd mafên xwe bi dest bixe hatibû destpê kirin. Ne ku ji bo şerîatê an ji bona berjewendiyên Îngîlîzan.

Şêx Seîd û hevalên wî dê her gav di bîra neteweya Kurd de bimînin û neyên ji bîr kirin. Heya ku Kurd hebin, doza wan a merû bêxwedî namîne.

Em wekî Platforma Ciwanên Kurd, Şêx Seîd û hevalên wî bi rehmet, hesret û bi rêzdarî bibîrtînin. Em diyar dikin ku xwedî li doza wan derdikevin. Şêx Seîd û hevalên wî rûmeta me ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 489 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:27:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x