Portreya Mîrê Kurd Selahedînê Eyûbî, bi hişê çêkirî hat xêzkirin.
Bikarhênerekî bi navê Junaro Cameran wêneyên li ser pereyên serdemê bi kar anîn û bi rêya hişê çêkirî porteya Selahedînê Eyûbî çêkir.
Dîroknas Mahmut Akyureklî diyar ku ev portre, portreya herî nêzîkî rastiya Selahedînê Eyûbî ye.
“Portreya herî nêzîkî rastiyê ye”
Dîroknas û lêkolîner Mahmut Akyureklî wêneyê ku ji aliyê Junaro Cameran ve bi hişê çêkirî hatiye xêzkirin li ser hesabê xwe yê Xê parve kir û got:
“Portreya Selahadînê Eyûbî ya ku ji aliyê Junaro Kameran (KaMuran) ve bi hişê çêkirî hatiye xêzkirin, portreya herî nêzîkî rastiyê ye.”
Selahedînê Eyûbî kî ye?
Ebû Muzefer Yûsif Necmedîn Eyûbî Şadiyê ku bi navê Selahedînê Eyûbî tê naskirin, sala 1138an li Tikrîtê ku li Îraqa îro ye hatiye dinê.
Dewleta Eyûbiyan ku sala 1171an ji aliyê fermandarê Dewleta Zengiyan Selahadînê Eyûbî ve hat avakirin li Misir û Sûriyeyê serdest bû.
Di dema xwe ya herî bihêz de jî li Misir, Sûriye, Îraq, Hîcaz, Qudis, Lîbya, Yemen û Herêmên Şamê serdestî kir.
Selahadînê Eyûbî, sala 1171an Xîlafeta Fatimiayan a ya Şiî ya li Misirê ji holê rakir.
Piştî ku li Misirê valetiyek ava bû Selahadîn wekî “Sultanê Misirê” hat îlankirin.
Sala 1187an bi Muharebeya Hîtitiyan, Qudis ji Xiristiyanan stand.
Her ku çû Selahadîn bû hêzeke girîngtir a Rojhilata Navîn.
Dewleta Eyûbiyan ku şêniyên wê bi piranî Kurd û Ereb bûn sînorên xaka xwe berfirehtir kirin.
Selahedînê Eyûbî, ji bilê Hîcazê piraniya herêma Şamê jî bi dest xist.
Selahadînê Eyûbî li ser Yemen, Nubiyaya Bakur, Trablûs, Sirenaykayê û li herêmên bi piranî Kurd lê dijîn desthilatdar bû.
Qudisa ku sala 1099an Xaçperestan bi dest xistibû, piştî 88 salan ji aliyê Eyûbiyan ve hat wergirtin.
Selahadîn, ji ber serkeftina bi dest xistiye li welatên ku deshilatdarî kiriye wekî qehremanekî mezin tê bibîranîn.
Selahedînê ku ji ber edalet û wêrekiya wî dijminan jî jê hez dikir, sala 1193yan ji ber nexweşiyê çû ser dilovaniya xwe.