Serok Barzanî li gel hevalên Barzanî yê Nemir bo Sovîyeta berê civîya

Serok Mesûd Barzanî li gel hevalên Barzanîyê Nemir bo Yekêtîya Sovîyeta berê civîya bi armanca pirsînê ji rewşa wan.

10.05.2019, Cum - 08:39

Serok Barzanî li gel hevalên Barzanî yê Nemir bo Sovîyeta berê civîya
Nuçe Belav bike

Evro Pênçşem 09.05.2019 Serok Mesûd Barzanî bi mebesta halpirsîn û hevdîtina li gel hejmarek ji yawerên cenabê Barzaniyê Nemir, ewên ku hê jî li jiyanê da mane re civiya.

Li vê civînê de Serok Barzanî li hal û rewş û guzeraniya jiyan û tendirustiya wan pirsî û hevdîtina li gel wan bi cihê şanazî û xweşhaliya xwe zanî.

Serok Barzanî pêzanînên xwe ji bo ked û qehremaniya yawerên Barzaniyê Nemir li Sovyeta berê hebû, çi ewên li jiyanê da mane yan jî şehîd bûne û koça dawî kirine û tekez kir ku ked û mandûbûna wan tu demekî ji bîr naçê û bi xebata bê wêneyiya wan dîrokeke pir li şanaziye ji bo gelê xwe dirust kirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1109 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:20:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x