Siûdiyê daxwaza damezrandina dewleta Kurdî ji Amerîkayê dike

Şahê berê yê Erebistana Siûdiyê Şah Feysel Bin Ebdulezîz berî şerê 1965an nameyek ji Serokê Amerîkayê yê berê Lyndon B. Jhonson rêdike.Belgename di pirtûka bi navê "Dehan sal ji bêhêviyê" ya nivîskarê Ereb Hemdan Hemdan ku, li sala 1995 de hatiye çapkirin belav bûye.

11.04.2017, Sal - 06:58

Siûdiyê daxwaza damezrandina dewleta Kurdî ji Amerîkayê dike
Nuçe Belav bike

Şerê sala 1967 ku, Misir weke "Nekse" bi nav dike, şerekî Israîlê li himberî Misir, Sûriyê û Urdinê bû, di wî şerî de Israîl karî Parêzgeha Sînaa, kertî Xeze, aliyê ji rojavayê Filestîn û Colanê li Sûriyê dagîr kir, di encam de (15-25) hezar kesên Ereb û 800 Israîlî hatin kuştin, herwiha (70-80% )çek û teqemenî yên welatên Ereban beramber (2-5%) çek û teqemeniyên Israîlê hatin jinav birin.

Di belgenameyê de ya bo Serokê berê yê Amerîkayê, Şahê berê yê Siûdiyê çend pêşinyaran dixe ber destê Amerîkayê û daxwaz dike ku, Israîl êrîşî Misrê û Sûriyê bike, herwiha alîkariya Mela Mistefa Barzanî bo damezrandina dewleta Kurdî bike.

Ew belgenamya ku, dîroka wê (27.12.1966 )ku, bi hejmara 342 ji hejmara belgenameyên Encûmena Wezîrên Siûdiyê ye tê de wiha hatiye:

Fexametî Serok:

Weku, me berî niha ji were diyar kir, niha didin zanîn ku, welatê Misrê dijminê meyê herî mezine, ew dijmin eger wiha were hiştin dê piştevaniya serbazî û medyayî bide dijmên me, lewma heta sala 1970 were êdî hebûn û berjewendiyên me namînin, weku pisporê di Rêveberiya we de birêz Kermit Roosevelt destnîşankirî, ji ber wê yekê ez pêşiyarên pisporê Amerîkiyan pîroz dikim û van pêşinyaran dixime ber destên we:

Amerîka piştevaniya Israîlê di êrîşekî neçavrêkirî li ser Misrê de bike û hemû cihên giring kontirol bike, daku, neçar be ne tenê hêzên xwe ji Yemenê vekşîne, belku demeke dirêj Misir bi Israîlê ve mijulbibe, piştê wê yek Misrî êdî nikarin serê xwe li pişt kenala Siwêsê bilind bikin û hewla vegerandina daxwazên Mihmed Elî û Ebdulnasir di yekîtiya Ereban de nekin, bi wê yekê em demeke dirêj didin xwe daku, laşê piransîbên têkçûyî tune bikin, ne tenê di Şahinşahiya me de, lê di hemû welatên Ereban de, piştî wê dibe ku, em alîkaiyan bidin Misrê û welatên mîna wê yên ku, dibêjin(Rehmê li dirindeyê miletekî lê qemî bikin) herwiha daku, dengê wan yên kirêt ji medyayê were dûrxistin.
Sûriyê jî nabe ji wê êrîşê rizgar bibe û pêwîste beşek ji xaka wê were dagîrkirin, daku, bo wê yekê nemîne hewla tijekirina valahiya Misrê hiştî bike.
Divê dest bi ser Kertî Xeza û aliyê rojavayê Filestîne were kirin, daku, ti derfet ji tevgera Filestîniyan re nemîne û ti welatên Erebî bi bihaneya rizgarkirina wê piştgiriya wê bigrin, herwiha hemû hêviyên vegerandina Filestîniyên derve qûtbibin û akincîkirina wan li welatên Ereban asan bikin.
Pêwîste bi armanca damezrandina dewleteke Kurdî Mela Mistefa Barzanî li Iraqê bihêz bikin daku, wan desthelatên Bexdayê yên ku, dixwaza Yekîtiya Ereban li bakurê şahînşahiya me û xaka Iraq dikin çi niha û çi di paşerojê de dikin mijûl bikin.Ev yeke di demekê de ye ku, em ji sala 1965 ve were bi çek û pereyan alîkariya Barzanî di nav xaka Iraqê de dikin, yan jî bi rêya Tirkiyê û Îranê alîkariyê dikin.

Fexametî Serok:

Em û hun bo parastina berjewendiyên hev hevkarin, herwiha bo çarenûsa meya helawstî bi cîbecîbikina van pêşinyaran yan necîbecîkirina wan ne, wate berdewamiya mayîna me yan jî nemayîna me ye.

Vê derfetê dibînim daku, ji fexameta were daxwaza xwe ji serbilindiya were dubara bikim û ji Amerêkayê re jî hêviya serkeftinê dixwazim, di heman demê de ji paşeroja pêwendiyên me re geşkirin û berdewamî.

Dilsoz: Şahê Erebistana Siûdiyê Feysel bin Ebdulezîz

Basnews
Vî nûçeyê tevayî: 1839 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:01:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x