Sînemxan Bedirxan: Dema min Alaya Kurdistanê da Serok Barzanî çavên wî tijî rondik bûn

Sînemxan Bedirxan Alaya Kurdistanê ya ku ji dema rêxistina Xoybûnê ve maye emanetî Serok Mesûd Barzanî kir.

20.02.2023, Pts - 05:37

Sînemxan Bedirxan: Dema min Alaya Kurdistanê da Serok Barzanî çavên wî tijî rondik bûn
Nuçe Belav bike

Keça Celadet Alî Bedirxan, Sînemxan Bedirxan roja Şemiyê li navçeya Pîrmam a Hewlêrê serdana Serok Mesûd Barzanî kir.

Sînemxan Bedirxan Alaya Kurdistanê ya ku berî 104 salan kalikê wê Emîn Alî Bedirxan û hevalên wî çêkiribûn emanetî Serok Barzanî kir.

Sînemxan Bedirxan ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa çîroka wê alayê kir û got, “Di sala 1919an de bapîrê min Emîn Alî Bedirxan got divê alayeke Kurdistanê hebe. Di sala 1927an de ew ala di Xoybûnê de wek alaya fermî hat qebûlkirin û gotin ev alaya neteweya Kurd e ku ji jor ber bi jêr ji rengên sor, spî, kesk pêk te û di nava wê de roja zer heye.”

Sînemxan Bedirxan destnîşan kir ku dema Emîn Alî Bedirxan Alaya Kurdistanê diyar kir ne endamê ti rêxistina bû û anî ziman, “Got (E.A. Bedirxan) em çima alaya Sûriyan û Tirkan hilgirin.”

Sînemxan Bedirxan li ser pirsa dema dayîna alayê, hestên Serok Barzanî çi bûn got, “Gelekî kêfa wî hat û got em cihekî nû çê dikin, em ê li wir daynin û dema ku min got ev ala ji Bedirxanî bo Barzanî ye çavên wî tijî rondik bûn.”

Sînemxan Bedirxan dibêje ji bo wê gelekî girîng e ku Alaya Kurdistanê were parastin.

Sînemxan Bedirxan her wiha diyar kir ku wê wêneyeke kevn a ku kurên Mîr Bedirxan jî daye Serok Barzanî û gelekî kêfa wî hatiye.

Alaya Kurdistanê ya ku demeke dirêj e li cem Sînemxan Bedirxan e û ji dema Xoybûnê maye ji bo neteweya Kurd ji aliyê dîrokî ve girîng e.

Sînemxan Bedirxan li ser armanca dayîna alayê ji bo Serok Barzanî jî ji Rûdawê re got, “Heger ez emrê Xwedê bikim ev alaya wê winda bibe lê dê li cem Barzanî parastî be.”

Celadet Alî Bedirxan li ser Alaya Kurdistanê di hejmara 9an a Kovara Hawarê de gotiye, “Alaya Kurdan ji jor ber bi jêr ve, ser hev, sor, spî û kesk e, di nava wê de roj diçirise.”

Parlamentoya Kurdistanê di sala 2009an biryar da ku êdî her sal roja 17ê Berfanbarê wek “Roja Alaya Kurdistanê” were pîrozkirin. Ji wê demê ve ne tenê li Herêma Kurdistanê, di nav Kurdan de ev roj bi şahiyan tê pîrozkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 244 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:23:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x