Tev-Ger: Bîranîna Serokê Nemir

01.03.2017, Çar - 14:58

Tev-Ger: Bîranîna Serokê Nemir
Nuçe Belav bike

Mirov ji dayîk dibin, dijîn û dimirin. Her kes dimire, her tişt dimire. Di warê biyolojik de tu tiştê ku nemir e tune ye. Lê tiştên ku mirovan dikin nemir, jîyana wan û berhemên wan in.

Berî 38 salan di 1ê Adarê de Serokê Nemir Mele Mistefa Barzanî koça dawî kir. Lê îro miletê Kurd li ser bingeha berhemên wî ber bi dewletbûnê ve diçe. Piştî 38 salan jî hîn jîyana wî, têkoşîna wî, fikrên wî ji bo me mîras e û mînak e. Ji ber vê yekê Mele Mistefa “Nemir” e. Wî bi têkoşîna xwe navê xwe li dîroka Kurdistanê û li dîroka cihanê nivîsandiye.

Em wek Tevgera Ciwanên Kurdistanê li vê mîrasê xwedî derdikevin û li ser rêça Serokê Nemir dimeşin. Di şexsê Serokê Nemir de hemû cangorî û kedkarên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin, bejna xwe li ber wan ditewînin.

Tevgera Ciwanên KurdistanêMirov ji dayîk dibin, dijîn û dimirin. Her kes dimire, her tişt dimire. Di warê biyolojik de tu tiştê ku nemir e tune ye. Lê tiştên ku mirovan dikin nemir, jîyana wan û berhemên wan in.

Berî 38 salan di 1ê Adarê de Serokê Nemir Mele Mistefa Barzanî koça dawî kir. Lê îro miletê Kurd li ser bingeha berhemên wî ber bi dewletbûnê ve diçe. Piştî 38 salan jî hîn jîyana wî, têkoşîna wî, fikrên wî ji bo me mîras e û mînak e. Ji ber vê yekê Mele Mistefa “Nemir” e. Wî bi têkoşîna xwe navê xwe li dîroka Kurdistanê û li dîroka cihanê nivîsandiye.

Em wek Tevgera Ciwanên Kurdistanê li vê mîrasê xwedî derdikevin û li ser rêça Serokê Nemir dimeşin. Di şexsê Serokê Nemir de hemû cangorî û kedkarên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin, bejna xwe li ber wan ditewînin.

Tevgera Ciwanên Kurdistanê

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2033 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:02:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x