Ajeldarên Mûşê rojane 8 demjimêran gamêşên xwe dixin nav çem

Li Mûş a Bakurê Kurdistanê ajeldar gamêşên xwe dixin nav Çemê Mûradê da ku şîrê wan zêde bibe û tenduristiya wan baş bibe.

06.07.2022, Çar - 14:38

Ajeldarên Mûşê rojane 8 demjimêran gamêşên xwe dixin nav çem
Nuçe Belav bike

Li gundê Zixakê yê navçeya Dêrxasê ser bi parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê gundî û ajeldar, di demên hênik de gamêşên xwe li mêrgan diçêrînin û demjimêrên germ gamêşên xwe di Çemê Mûradê de radigirin û wan ji bandorên nerênî yên germê diparêzin.

Ajeldar Erkan Kılıçarslan got, “Gamêş zêde tehemula germê nakin. Her sal vî demî em li vê derê gamêşên xwe dikin nav çem. Gamêş ji avê pir hezdikin. Em rojê du caran sibê û êvarî dixin nav avê. Her carê 3 û nîv – 4 demjimêran di nav avê de dimînin.”

Gamêş piraniya wextên xwe rojane nêzîkî 8 demjimêran di nav avê de derbas dikin. Ev jî tama şîr û mastê wan xweştir dike.

Ajeldar Erkan Kılıçarslan anî ziman, “Av ji bo tenduristî û dahata şîrê wan baş e. Wek hûn dizanin şîr û mastê gameşan ji bo tendirustiyê gelekî baş e.”

Mûş li ser asta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê navendeke girîng a ajeldariyê ye. Li Mûşê li gor amarên fermî milyonek û 235 hezar û 552 ajelên biçûk û 331 hezar û 881 ajelên mezin hene. Mûş li ser asta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, di hejmara ajelên biçûk de di rêza 15an û di hejmara ajelên mezin de di rêza 14an de ye.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 497 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:49:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x