Bîlançoya erdhejê ku Îranê dayê ji rastiyan dure!

Nûnerê bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê li parlamentoya Îranê Ehmed Esxerî dibêje, hikûmeta Îranê amara rast ya miriyên erdheja Kirmaşanê vedişêre!

16.11.2017, Per - 08:13

Bîlançoya erdhejê ku Îranê dayê ji rastiyan dure!
Nuçe Belav bike

Roj bi roj hejmara miriyên erdheja parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê zêde dibe. Li gorî amarên fermî heta niha 474 kes mirine û derdora 9400 kes jî birîndar bûne.

Lê parlamenterê kurd û nûnerê bajarê Kirmaşanê li parlamentoya Îranê Ehmed Esxerî ji malpereka Îranî re gotiye, çima rayedar amara rast belav nakin. Bi qasî ku ez dizanim hejmara miriyan zêdetirî hezar kesî ne.

Ehmed Esxerî her wiha bi tundî rexne li gihandina alîkariyan bo mexdûrên erdhejê kiriye û gotiye, ew dezgehên hikûmetê yên ku alîkariyê bi ser mexdûran de belav bikin, di nav kirîzê de ne û divê destpekê yek, wan ji kirîzê rizgar bike!

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1439 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:22:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x