Derbendîxan.. Zêdeyî 1400 xanî ji ber erdhejê ziyan dîtiye

Ji ber erdheja li Derbendîxanê zêdeyî 1400 xanî ziyan gihaye wan, serokê şaredariyê jî radgehîne ku, ji wê hejamra xaniya metirsî heye 350 xanî hilweşe.

24.11.2017, Cum - 07:05

Derbendîxan..  Zêdeyî 1400 xanî ji ber erdhejê ziyan dîtiye
Nuçe Belav bike

Serokê şaredariya Derbendîxan Serwer Mihemed ragihand ku, bi rêya komîteyekê li ser wan xaniyên ku, ji ber erdhejê ziyan giheştiye wan lêkolîn hate kirin.

Herwiha Serokê şaredariya Derbendîxan Serwer Mihemed di berdevama axaftina xwe de da zanîn ku, zêdeyî 1400 xanî ziyan gihaye wan û ji ji wê hejamra xaniya metirsî heye 350 xanî hilweşe.

Serokê şaredariya Derbendîxan tekez kir ku, her kesek ziyan bi xaniyê wan giheştibe dikare serdana şaredariyê bike daku, ew xanî werin çêkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1780 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:07:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x