Erdheja Kurdistan: Bîlanço her diçe giran dibe!

Li gor dawî amarên erdheja ku rêjeya 7.3 li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê pêkhatiye, heta niha 613 kesan canê xwe jidest dane û zêdetir ji 7 hezar û 370 kesî jî birîndar bûne.

14.11.2017, Sal - 07:02

Erdheja Kurdistan: Bîlanço her diçe giran dibe!
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyan, hîna vekirina mal û avahiyên rûxandî berdewam e û gelek kes jî bê ku amara mirina wî bê ragihandin, tên veşartin, ji ber wê amareke bi hûrî li ber dest nîn e û tê pêşbînîkirin hejmara qurbaniyan ji ya tê ragihandin zêdetir be.

Erdheja roja 12 Mijdarê ku li parêzgeha Kirmanşanê û navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê rû daye, ziyanîn mezin jê encam dan, lê ziyanên parêzgeha Kirmanşanê gelekî mezin bû, ku heta niha piraniya gundên Kirmanşanê pirsgirêkên bê av, xwarin û kehrebe mane.

Erdheja bi tundiya 7.3 pileyên Rîxterê û bi kûrbûna 32 K.M, navçeyên sînorî yên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê hejand, li Derbendîxan û Germiyanê jî bû sedema mirina 8 kesan û birîndarbûna 321 kesî. Herwiha hejmarek ji xanî û avahiyan hatin rûxandin.

Dezgehên pêwendîdar bi çavdêriya erdhejan amaje bi wê dikin, piştî wê erdheja bihêz, 150 erdhejên biçûk li parêzgeha Kirmanşandê rû dan.

Her wiha Ajansa ”IRNA” ya Îranî belav kir, qurbaniyên erdheja parêzgeha Kirmanşanê her diçe zêde dibe û piştî geran û pişknîna xanî û avahiyên rûxandî, termên qurbaniyan tên dîtin û hejmara birîndaran zêde dibe, heta niha jî gelek kes di bin xaniyên rûxandî de mane û çarenivîsa wan ne diyar e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1496 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:07:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x