Îsal 350 hezar geştyaran serdana Keleha Zerzevanê kirine

Îsal heta niha 350 hezar geştyaran serdana Keleha Zerzevanê kirine.

09.11.2022, Çar - 14:09

Îsal 350 hezar geştyaran serdana Keleha Zerzevanê kirine
Nuçe Belav bike

Keleha Zerzevan li Ameda Bakurê Kurdistanê, piştî dîtina Peresygeha Mithras û mohreke 3 hezar salî ya serdema Aşûriyan, zêdetir girîngî bi vê şûnwarî hat dayîn û serdana geştyaran zêde bû. Zerzevan ku 13 kîlometre dûrî navenda bajarokê Çinara Amedê ye, ji destpêka îsal ve heta niha pêşwazî li 350 hezar geştyarên navxweyî û biyanî kiriye.

Li Bakurê Kurdistanê, cihên geştyarî ên dîrokî roj bi roj zêdetir bala geştyaran dikşînin. Îsal heta niha 350 hezar geştyaran serdana Keleha Zerzevanê kirine.

Li gor amarên ku hatine belavkirin, heta niha îsal 350 hezar geştyaran serdana Kelheya Zerzevanê kirine ku dîroka wê ji bo beriya 3 hezar sal vedigere. Sala 2014ê hejmarek kenîse, rêyên vgeşartî hatine dîtin.

Tê pêşbînîkirin heta dawiya salê, hejmara geştyaran bigihe 400 hezar sal. Niha navendeke pêşwazîkirina li geştyaran li Zerzevanê tê avakirin û piştî wê yê, tê pêşbînîkirin ku hejmara geştyarên navxwe û biyanî li Zerzevanê salane bigihêje miltoyek geştyar.

Keleha Zerzevan di serdema Împeratoriyeta Romayê de wek cihekî taybet ê mana cengaweran hatiye bikaranîn. Zêdeyî 54 depo yan sarincên avê di vê kelehê de hatine dîtin. Li gor lêkolînên pispor û şarezayan, ev depo û kanalên avê yên Keleha Zêrevan 1800 sal berî niha û bi zanista herî pêşketî yaw ê serdemê û bi endazyariyeke hûr hatine çêkirin. Kanalên avê niha jî karê xwe dikin. Van taybetmendiyan wiha kiriye ku girîngiyeke zêdetir bi nûjenkirina kelehê bê dayîn û kar li gor awayê wê yê resen berdewam be.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 304 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:38:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x