Ji ber barîna berfê rêyên 150 gundên Loristanê hatin girtin

Li Rojhilatê Kurdistanê pêleke barîna berfê dest pê kiriye û ji ber barîna berfê di du rojên bihorî de rêyên 150 gundan li parêzgeha Loristanê hatine girtin.

26.12.2022, Pts - 07:52

Ji ber barîna berfê rêyên 150 gundên Loristanê hatin girtin
Nuçe Belav bike

Serokê Rêveberiya Kontrola Krîzan a Parêzgeha Loristanê, Mehdî Pazokî ji medyaya fermî ya Îranê re ragihandiye, di ru rojên bihorî de bi sedema barîna berfê li Loristanê, rêyên 510 gundan hatibûn girtin ku bi hewldanên tîmên taybet rêyên 460 gundan hatine vekirin, lê rêyên 150 gundan hêj girtî mane.

Mehdî Pazokî diyar kir, ji wan 150 gundan 100 gund ser bi bajarê Elîguderzê, 30 gund ser bi Nûrabadê û 20 gund jî ser bi bajarê Xuremava, navenda parêzgeha Loristanê ve ne.

Bi gotina Pazokî, ji ber barîna berfeke zêde xetên elektrîkê yên 50 gundên Loristanê jî qut bûne.

Li gor agahiyan, û 40 ji wan gundan ser bi bajarê Elîguderzê ve, 8 gund ser bi Nûrabad û 2 gund jî ser bi Xuremavayê ve ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 218 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:48:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x