Ji ber lehiyê rêya Hewlêr û Duhokê bo çûnhatinê hate girtin

Ji ber rabûna lehiyê û bilindbûna asta ava Zêya Mezin rêya sereke ya Hewlêr û Duhokê li nêzîkî bajarokê Roviya bo hatinûçûnê hat girtin.

15.04.2017, Cts - 07:03

Ji ber lehiyê rêya Hewlêr û Duhokê bo çûnhatinê hate girtin
Nuçe Belav bike

Doh li çend navçe û deverên Başûrê Kurdistanê şepêleke barînê dest pê kir û ji ber zêdebûna rêjeya barîna baranê li çend deveran lehî rabû.

Li gorî agahiyan, ji ber rabûna lehiyê û bilindbûna asta ava Çemê Zêya Mezin rêya sereke ya navbera Hewlêr û Duhokê hatiye daxistin.

Herwiha li Çomanê û Hacî Omeranê jî lehî rabû û di encamê de rêya çendîn gundên li sînorê Çomanê bo hatinûçûnê hatin daxistin lê belê piştre bi hewlên tîmên rê û banan rêyên daxistî hatin vekirin.

Li devera Biradost û Deşta Berazgirê jî ji ber lehiyê rêyên hatinûçûnê hatine daxistin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1642 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:04:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x