Ji bo 11 parêzgehan hişyarî hat dayîn

Saziya Keşnasîyê ya Tirkiyê ragihand ku li 4 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û li 7 parêzgehên Tirkiyê dê baraneke zêde bibare û egera lehiyê heye.

02.06.2023, Cum - 09:29

Ji bo 11 parêzgehan hişyarî hat dayîn
Nuçe Belav bike

Li gor daxuyaniya Saziya Keşnasîyê ya Tirkiyê îro Înê 2ê Hezîrana 2023an li parêzgehên Meletî, Qers, Îdir û Erzeromê dê baraneke zêde bibare hişyarî hatiye dayîn ku dijî egera lehiyê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Li piraniya herêmên Tirkiyê jî bo dema hefteyekê dê baran bibare û li parêzgehên wek Kocaeli, Sakarya, Bilecik, Burdur, Isparta, Antalya û Bursayê jî hişyariya lehiyê hatiye dayîn.

Tê pêşbînîkirin ku vê hefteyê li parêzgehên Bakurê Kurdistanê pileya germê 2 heta 6 pileyan zêde bibe û li çend herêman jî ba û bahoz çêbibe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 342 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:14:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x