Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Mansur Yavaş û Serokê Giştî yê ÎYÎ Partiyê Musavat Dervîşoglu heqaret li Alaya Kurdistanê kir û ev yek di nav Kurdan de bû cihê nerazîbûnê.
Mansur Yavaş û Musavat Dervîşoglu peyva paçik (paçavra) ji bo Alaya Kurdistanê bi kar anî.
Parlamenterê AK Partiyê yê Erziromê Abdurrehîm Firat bêhurmetiya li hemberî Alaya Kurdistanê Kurdistanê bi tundî şermezar kir.
Abdurrehîm Firat ku di heman demê de neviyê Şêx Seîd e, di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê X de ev tişt got:
"Ez bêhurmetiya li hemberî Alaya Herêma Kurdistanê ya Îraqê şermezar dikim.
Bêrêziya li hemberî alaya fermî ya Herêma Kurdistanê ya Îraqê ku li gorî destûra Îraqê xwedan statuyeke federal e, ji dijberiya qanûna navneteweyî wêdetir, sûcekî kîn û nefretê ye.
Êrîşên bi vî rengî yên li ser nirxên neteweyî yên civakan zererê didin çanda jiyana bi hev re û armancên provokatîf dihewîne.
Ez vê helwesta ku nayê qebûlkirin bi tundî şermezar dikim."