Ji bo bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berfê

Li gor pêşbîniya Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê ya ji bo roja 25ê Mijdarê, di rojên bê de li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê hewaya sar dê bandora xwe nîşan bide.

25.11.2022, Cum - 08:34

Ji bo bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berfê
Nuçe Belav bike

Li gor pêşbîniya Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê ya ji bo roja 25ê Mijdarê, di rojên bê de li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê hewaya sar dê bandora xwe nîşan bide û ji vê êvarê ve li gelek bajaran dê berf bibare.

Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê pêşbîniya wê yekê dike ku li bajarê Elezîz, başûrê Meletî, Semsûr, bakur û başûrê Diyarbekirê, Êlih, Mêrdîn, Şirnex, Colemêrg û derdora Sêrtê, dê berf bibare.

Hat diyarkirin ku germahiya hewayê di asta asayî ya demsalê de be.

Herwiha Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê li ser egerên lehî û kêşeyên din ên ji ber hewayê, hişyarî da.

ELEZÎZ, 11°C

ERZIROM, 8°C

QERS, 10°C

WAN, 9°C

DIYARBEKIR, 13°C

DÎLOK, 12°C

SÊRT, 12°C

RIHA, 15°C

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 201 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:24:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x