Ji bo çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê

Rêveberiya Keşnasiya Tirkiyê derbarê beşek ji parêzgehên Bakurê Kurdistanê de hişyariya berf û baranê da û ji welatiyan daxwaz kiriye ku tedbîrên pêwîst werbigirin.

30.11.2022, Çar - 06:39

Ji bo çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê
Nuçe Belav bike

Rêveberiya Keşnasiya Tirkiyê ragihand ku îro 30ê Mijdara 2022yan li parêzgehên Amed, Êlih, Mêrdîn, Şirnex û Colemêrgê baraneke bihêz bibare û tê pêşbînîkirin li cihên bilind ên beşek ji wan parêzgehan berf jî bibare.

Rêveberiya Keşnasiya Tirkiyê herwiha ameje bi wê yekê jî daye ku baran dê heta demjimêrên êvarî li wan parêzgehan berdewam be.

Rêveberiya navborî pêşbînî dike her îro li navçeyên Şirnex û Colemêrgê yên ku bilindahiyan wan digihe 1600 metreyan berfeke zêde bibare.

Di berdewamiya daxuyaniya xwe de Rêveberiya Keşnasiya Tirkiyê derbarê sir û sermaya zêde, qerisîna rêyan yan jî egera çêbûna lehiyan hişyarî daye welatiyan û ji xelkê daxwaz kiriye ku tedbîrên pêdivî werbigirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 248 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:22:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x