Ji Hikûmetê hemû saziyan re talîmata 'erdhejê'

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê derbarê erdheja şevê din de daxuyaniyek da û daxwaz ji karmendên nexweşxane û binehên salamiyê kir ku hevkariya hevwelatiyên bike.

13.11.2017, Pts - 07:23

Ji Hikûmetê hemû saziyan re talîmata 'erdhejê'
Nuçe Belav bike

Duh şev 12'ê Mijdara 2017'ê li Başûr, Rojhilat Bakûr û Rojavayê Kurdistanê erdhejek bihêz çê bû û bû sedema jiynajidestdan û birîndarbûna çend welatiyan li deverên cuda.

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê ji ber erdheja li bajarên Kurdistanê çûbûye, daxuyaniyek weşand û tê de daxwazê ji karmendên nexweşxane û binehên saxlemiyê dike ji bona hevkarkirina hevwelatiyan ji bo ser karên xwe vegerin û di amadebaşiyê de bin.

Di daxuyaniyê de Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê daxwazê ji karmendên nexweşxane û centerên saxlemîyê û hemû wezaretên peywendîdar dike bi hevkariya hewelatiyan, vegerin ser karên xwe û ji bona alîkarîkirina welatiyan di amadebaşiyê de bin.

Civata Wezîran amaje bi wê yekê kir ku bi vê minasibetê jî, serokatiya civata wezîran, parêzgar û bepirsên yekîneyên îdarî ji bona derxistina her biryarekê ku, xizmeta hevwelatiyan bike û bi taybetî jî hevkariya birîndaran bike, destvekirî dike.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat gotin: “Em ji Xwedayê mezin hêvîdarîn canê qurbaniyan bi beheştê şad bike û serbir û tehemûlê bi malbatên wan bide. Daxwaza zûçakbûnê ji bo birîndaran û selametiyê ji bo welatiyan dixwaz in.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1418 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:55:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x