Ji Tirkiyê bo Kurdistan destên alîkarî

Serokê Giştî ya Xaçasora Tirkiyê Kerem Kinik ragihand ku piştî erdheja 7.3 ku navenda wî li Silêmanî pêkhat Xaçasora Tirkiyê ya Hewlêr berbi herêmê ve hatiye şandin.

13.11.2017, Pts - 06:51

Ji Tirkiyê bo Kurdistan destên alîkarî
Nuçe Belav bike

Serokê Giştî ya Xaçasora Tirkiyê Kerem Kinik ragihand ku piştî erdheja 7.3 ku navenda wî li Silêmanî pêkhat Xaçasora Tirkiyê ya Hewlêr berbi herêmê ve hatiye şandin.

Her wiha Ibrahim Kalin jî piştî erdheja bihêz a ku li Başûrê Kurdistanê çê bû, di peyameke twitterî de hevxemiya xwe nîşan da.

Ibrahîm Kalin li ser hesaba xwe ya Twitterê ragihand: “Ji ber sedema erdheja ku li bakurê Iraqê rû daye, AFAD, Heyva Sor û hemû yekîneyên me yên din ji bo çalakiyên lêgerîn û rizgarkirinê, derman, betanî û alîakriyên din ên mirovî di amadebaşiyê de ne.”

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Ahmet Demircan jî tekezî li ser amadebûna Tirkiyê bo pêşkêşkirina alîkariyan bo Herêma Kurdistanê kir.

Ahmet Demircan got: “Li gorî daxwazên ku ji Bakurê Iraqê ve bihên, me her cure amadekariyeke xwe kiriye, em li bendê ne.”

Îşev erdhejek bihêz Başûrê Kurdistanê, Rojhilatê Kuridstanê û Îranê, Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Iraq û Kuweyt hejand.

Ajansa fermî ya dewleta Îranê ragihandiye, li gorî Navenda Geofîzîk a Îranê navenda erdhejê li ser sînorê Îran û Iraqê û li bajarokê Ezgil a ser bi parêzgeha Kirmaşanê bûye û bihêziya wê jî 7.6 Rîxter bûye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1319 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:43:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x