Ji welatiyekî Çînî li Hewlêrê jibo 20 malbatên mişextên Kerkûkê alîkarî

Yûsif Çînî ûtêlek li bajarê Hewlêrê vekiriye û bûn heft sal li Hewlêrê dijî û dibêje ew gellekî ji xelkê Kurdistanê hez dike û dema xizmeta wan dike dil xweş dibe û xwe jî weke welatiyekî Kurdistan dibîne.

22.11.2017, Çar - 08:17

Ji welatiyekî Çînî li Hewlêrê jibo 20 malbatên mişextên Kerkûkê alîkarî
Nuçe Belav bike

Piştî dagîrkirina Kerkûkê û mişextbûna gellek malbatên wî bajarî û hatina beşekî ji wan ji bo Hewlêrê, Yûsif 20 malbat ji mişextên Kekrûkê bê beramber bicih û war kir.

Yûsif dibêje, ew kare beşekî din ji mişextên Kerkûkê bicih bike, lê tenê ji Hikûmeta Kurdistanê dixwaze, di wergirtina perê av û elektirîkê de alîkariya wî bike û bi gotina wî tenê di vê mehê de wî 5 melyon dînar daye hikûmetê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1499 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:18:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x