Keşnasiya Cîhanî: di 5 salên pêş de cîhan pir germ bibe

Li gor wê rêkxistina cîhanî, berdana gazên ziyander weke duyem oksîda kerbonê û şewtandina daristanan sedemeên sereke yê bilindbûna pileyên germaya hesareya erdê ye.

14.07.2020, Sal - 06:35

Keşnasiya Cîhanî: di 5 salên pêş de cîhan pir germ bibe
Nuçe Belav bike

Rêxistina Keşnasiyê ya Cîhanî ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve, di raporta xwe ya dawî de, derbarê keşûhewaya zeviyê dibêje, pileya germaya erdê, di 5 salên bê de, bêhitr ji 1.5 pileyên sîlîzî ji asta qonaxa berî pîşesaziyê bilindtir dibe.

Li gor wê rêkxistina cîhanî, berdana gazên ziyander weke duyem oksîda kerbonê û şewtandina daristanan sedemeên sereke yê bilindbûna pileyên germaya hesareya erdê ye.

Ev yek di demekê de ye, welatên beşdarbûyî di Rêkeftina Keşûhewayê ya Parîsê de, li ser wê yekê rêk keftibûn, ku nehêlin pileya germa zeviyê ji 1.5 pileya sîlîzî bilindtir bibe.

Rêveberê Fermangeha Keşûhewayê li Rêxistina Keşnasiy ya Cîhanî, Maks Dîley ragihand: “Ev raport pêşbîniya wê yekê dike, ku bi kêmanî bi rêjeya 70% egera wê yekê heye ku mehekê ji mehên pênc salên bê, pileya germê 1.5 pileya sîlîzî bilind bibe. Herwiha bi rêjeya 10% egera wê yekê heye ku di salekê de, hemû pileya germê bi wê astê bilind bibe. Ev yek jî ji me re nîşan dide ku em ji wî tiştî nêzîk dibin ku Rêkeftina Keşûhewayê ya Parîsê hewl dide rêgiriyê li ber bike.”

Li gor Rêxistina Keşnasiyê ya Cîhanî, bilindbûna pileya germê bi vê rêjeyê, bi sedema wan gazên ziyandar e, ku di 30 salên bihorî de, ji aliyê mirovan ve bi rêya pîşesaziyê diçine nav bergê hewaya zeviyê.

Herwiha şewitandina daristanan, di nav de jî daristanên Amazonê li Amerîkaya Latîn bandor li ser keşûhewaya tevaya cîhanê kiriye, şewitandina daristanên Sîbîryayê jî ku dikeve nav bazneya qeşaya bakur wiha kiriye ku pileya germê li Cemsera Bakur bi awayekî metirsîdar bilind bibe û çiyayên qeşaya yên zeryayê dest bi pijavtinê bikin, ku ew jî wiha dikew asta ava deryayê bilind bibe û metirsiya dirustbûna lehiyan bêhtir bibe.

Maks Dîley dibêje:“Em dibînin ku bi awayekî neçaverêkirî, pileya germê li navçeyên qeşayî yên bakur bilind dibe, bi taybetî li bazneya qeşayê, bi awayekî ku erê ew ast nehatiye tomarkirin. Li seranserê hesareya zeviyê, pêla germê heye ku hinek ji wan germtir in heta ku niha hatine tomarkirin. Her salê pileya germê yan bilindtir e ji ya ku di dîrokê de hatibe tomarkirin, yan jî duyem e piştî wan. Em pêşbînî dikin ku germtir jî be.”

Di vê demê de, pileya germa zeviyê 1 pileya sîlîzî ji wê astê bilindtir e, ku di qonaxa pîşesaziyê de, salên navbera 1850 û 1900î de hatin tomarkirin, tê çaverêkirin heta sala 2025 heta 1.59 pileyê bilind bibe.

Hevdem dezgehên keşnasiyê ya cîhanî, nîşanê bi wê yekê didin ku qedexeya çûnûhatinê û girtina kargehên mezin bi sedema belavbûna Koronayê, wiha kiriye ku derdana xazên ziyandar kêm bibe, lê Rêxistina Keşnasiyê ya Cîhanî dibêje, ev çareseriyeke xuriskî ya demkurt e, û dibe di demeke nêzîk de, kargeh destpê bikin û pileya rêjeya wan xazan zêde bibe.

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 904 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:28:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x