Li 4 parêzgehên Bakurê Kurdistanê 877 rêyên girtî hatin vekirin

Li parêzgehên Wan, Colemêrg, Bedlîs û Mûşê yên Bakurê Kurdistanê barîna berfê berdewam e û ji 1028 rêyên girtî 877 rêyên gund û gundikan hatine vekirin

30.01.2023, Pts - 09:43

Li 4 parêzgehên Bakurê Kurdistanê 877 rêyên girtî hatin vekirin
Nuçe Belav bike

Li gor daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê doh roja Yekşemê li parêzgehê rêya 345 gund û gundikan ji ber berfê hatibû girtin û di encama kar û xebata tîmên rûbirûbpna berfê de rêya 297 gundan hatiye vekirin û ji bo vekirina rêyên 48 gundan jî kar û xebat berdewam in.

Li parêzgeha Colemêrgê jî du roj in berf dibare û ji 176 rêyên girtî yên gund û gundikan 137 ji wan hatine vekirin û bo vekirina rêya 6 gund û 33 gundikan jî tîmên girêdayî şaredariya bajêr li ser kar û xebatên xwe berdewam in.

Herwiha li parêzgeha Bedlîsê rêya 234 gundan û li Mûşê jî rêya 209 gund û gundikan hatine vekirin û li ser 16 rêyên girtî jî kar tê kirin.

Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê ev sê roj in barîna berfê berdewam e û li parêzgehên wek Bedlîs, Mûş, Colemêrg û Wanê rêya nêzîka 1028 gund û gundikan hatibû girtin û ji bo vekirina rêyan kar û xebat berdewam in.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 354 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:30:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x