Li 9 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dibistan hatin girtin

Li parêzgehên Mûş, Erzîngan û Sêwazê yên Bakurê Kurdistanê û parezgehên Nevşehir, Manisa, Yozgat, Gumuşhane, Bayburt û Orduyê yên Tirkiyê, îro 30ê Adarê ji ber berf, baran û bahozê dibistan bo rojekê hatin girtin.

30.03.2023, Per - 12:02

Li 9 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dibistan hatin girtin
Nuçe Belav bike

Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê berf, baran û şilope dibare û egera rabûna lehiyê û ba û bahozê heye.

Ji ber rewşa xirab a keşûhewayê li Mûş, Erzîngan û Sêwazê yên Bakurê Kurdistanê û parezgehên Nevşehir, Manisa, Yozgat, Gumuşhane, Bayburt û Orduyê yên Tirkiyê, dibistan bo rojekê hatin girtin.

Herwiha li van bajaran, îro mohlet bo karmendên hikûmî yên ducanî û yên xwedî pêdawîstiyên taybet hat dayîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 369 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:46:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x