Li Colemêrgê cureyeka nû ya pîrhebokan hat dîtin

Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê cureyeka nû ya pîrhebokan hat dîtin.

27.05.2023, Cts - 16:26

Li Colemêrgê cureyeka nû ya pîrhebokan hat dîtin
Nuçe Belav bike

Mamsoteya li Beşa Zanista Sereke ya Biyolojiyê li Enstîtuya Perwerdeya Lîsansa Bilind a Zanîngeha Colemergê Melek Erdek, pîrhevokeke nû keşif kir.

Di daxuyaniya zanîngehê de hat diyarkirin ji ber ku pîrhevok li Geliyê Cenet û Cehenemê li Zozanê Mêrganê dîtine navê "Gylîppus Merganus" lê kirine.

Materyalên cureya nû ku di kovara "Zoology in the Middle East"ê de hat weşandin li Muzeya Zoolojiyê ya di bin banê Navenda Lêkolîn û Perwerdeyê ya Curbecuriya Biyolojîk de tên parastin.

Doç. Dr. Melek Erdek diyar kir ku ev cure bêjehrî ne û zirarê nadin û wiha got, "Piraniya vê cureyê li çiyayan hene. Zêde berbelav nînin. Ji ber ku ev herêm çiyayî ye gelek cureyên ku divê bên keşifkirin hene. Di nava pîrhevokan de cureyeke cuda ye û piranî êvarê tên dîtin."

Ev cure di nav xelkê herêmê de wekî pezpezok tê zanîn, cureyeke cûda di nav pîrhebokan de ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 213 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:32:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x