Li Dêrsimê ceza dan nêçîrvanekî kewan

Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê 7 hezar û 500 lire ceza dan kesê hat tesbîtkirin ku nêçîra kewan kiriye.

23.06.2022, Per - 09:32

Li Dêrsimê ceza dan nêçîrvanekî kewan
Nuçe Belav bike

Tîmên bi ser Rêveberiya Parkên Neteweyî û Parastina Xwezayî li Dêrsimê ve li cihên cuda yên bajêr kontrolên xwe yên dijî nêçîrvaniya qaçax didomînin.

Tîmên navborî ku car carna li çolwarê bajêr kontrolan dikin, tesbît kirin kesekî bi qaçaxî nêçîra 3 kewên gozel kiriye.

Ji ber tawana "binpêkirina yasaya nêçîrvaniyê” ya bi nimreya 4915, der heqê wî nêçîrvanî de 7 hezar û 500 lire ceza hat dayîn.

Personelên Rêveberiya Parkên Neteweyî û Parastina Xwezayî li Dêrsimê dest danîn ser kewên ku hatine girtin û tifinga bê ruxset

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 482 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:23:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x