Li hemû Herêma Kurdistanê barîna baranê destpê dike

Li gor pêşbîniyên rêveberiya giştî ya seqanasî û erdhejan a ser bi Wezareta Veguhestin û Gehandinê, bendewarî heye ku roja 28.01.2023yê pêla barîna baranê berê xwe bide Herêma Kurdistanê û heta roja çarşemê jî berdewam bike.

25.01.2023, Çar - 11:30

Li hemû Herêma Kurdistanê barîna baranê destpê dike
Nuçe Belav bike

Li gor pêşbîniyên rêveberiya giştî ya seqanasî û erdhejan a ser bi Wezareta Veguhestin û Gehandinê, bendewarî heye ku roja 28.01.2023yê pêla barîna baranê berê xwe bide Herêma Kurdistanê û heta roja çarşemê jî berdewam bike. Herwaha bendewarî heye ew pêle destpêkê li ser navçeyên çiyayî bi awayê nerme baran û befirbarîn destpê bike.

Li gor heman daxuyaniyê: Roja yekşemê bandora wê pêlê bi lewazî li ser navçeya me dê bê dîtin, lê rojên duşem û sêşemê bandora wê pêla barîna baranê dê bihêz be û li hemû navçeyê li xwe bigre û li navçeyên çiyayî jî befir dê bibare.

Hat ragehandin, ji ber wê pêla barîna baranê, asta germê jî dê dakeve, ew pêle dê heta roja çarşema heftiya bê dê berdewam bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 349 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:32:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x