Li herêmên erdhejê pileya germê bilind bûye

i gor Saziya Keşnasiya Tirkiyê, li herêmên erdhejê pileya germê hinekî bilind bûye û bandora sermayê kêm bûye.

22.02.2023, Çar - 08:12

Li herêmên erdhejê pileya germê bilind bûye
Nuçe Belav bike

Di rojên destpêkê yên erdhejê de li herêmên erdhejê pileya germê bi şevan heta bin sifrê 10 pileyan dadiket û vê yekê bandoreke xirab li mexdûrên erdhejê dikir.

Saziya Keşnasiya Tirkiyê dibêje, roja 22ê Sibatê li 11 bajarên ku erdhejê bandor li wan kiriye pileyên germê bilind bûne û tenê li Amed û Xarpêtê pileya germê bi şevan di bin sifrê de ye.

Li gor pêşbîniyên Saziya Keşnasiya Tirkiyê, roja 22ê Sibatê li herêmên erdhejê pileyên germê wiha ne:

Riha: Roj 16 pile, şev 5 pile

Amed: Roj 14 pile, şev -3 pile

Meletî: Roj 10 pile, şev 1 pile

Semsûr: Roj 13 pile, şev 5 pile

Dîlok: Roj 15 pile, şev 1 pile

Kilîs: Roj 16 pile, şev 5 pile

Mereş: Roj 14 pile, şev 6 pile

Osmaniye: Roj 19 pile, şev 5 pile

Hatay: Roj 18 pile, şev 6 pile

Edene: Roj 18 pile, şev 5 pile

Xarpêt: Roj 9 pile, şev -3 pile

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 223 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:52:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x